Di çanda kurdan de simbêl ne tenê hêmanek dîtbarî yê li ser lêvên mêran e; ew sembola nasname, rûmet û nîşaneya aîdiyeta civakbûnê ye. Simbêlê li ser rûyê mêrên kurd bi sedên salan weke zimanek bêpeyv hatiye dîtin û bi wî awayî bikar hatiye. Lewre nêzîkatî, temenê kesan, nêrîna polîtîk û heta statuya wan a civakî jî aniye zimên. Dirêjiyahî, stûrbûn, ziravbûn, baldarî û lênêrîna simbêlan; carinan nasnameya êl û eşîrê, carinan jî cudahiyên çînî û ruhê berxwedêrî yê kes û civakan dide nîşandan. Ev gotar dê wateya simbêl a çandî ya di nava kurdan de, bingeha wî ya dîrokî û cihê wî yê di hişê civakê de bigire dest û ji „nîşaneya mêritiyê/zilamtiyê“ wêdetir wê bê hewldan ka simbêl ji bo kurdan çawa bûye sembolek çandî.
Di Dîroka Kurdan De Simbêl
Di dîroka kurdan de simbêl her tim weke nîşane û semboleke mêranî, gihaştîbûn û qedirdayînek civakî di nava civakê de lê hatiye nêrîn û wate lê hatiye barkirin. Li gorî lêkolînên me kirî di tevahiya cîhanê de dem deman simbêl watedar bûye û nirx û wate jê re hatiye dayîn, lê di Rojhilata Navîn de û bi taybetî li Kurdistanê/di nava kurdan de weke rîtûleke olî an jî hêmaneke neteweyî wateyek mezin û nirxek zêde jê re hatiye nîşandan. Ji serdemên berê ve di nava kurdan de simbêl ne tenê weke zilam û temen hatiye destgirtin; di heman demê de weke sembola rûmet, wêrekî û maqûliyê jî hatiye dîtin.
Di serdema mîrektîyan de di navbera mîr, beg, serokeşîr, rûspî û pêşengên kurdan de simbêl weke nîşaneke hêz û desthilatdarîyê (otorîte) hatiye hesibandin û gelek caran bûye nîşaneya aîdiyeta siyasî an jî sembola berxwedanê. Mîr û mezinan bi îhtîşama (mezinahî) simbêlên xwe pozbilindî û quretî kirine. Mêrxas û leheng bi nasnavên simbêlên xwe yên weke Simbêlberan, simbêlboq û hwd. hatine pesindan.
Di stranên dengbêjî, çîrok û helbestan de simbêl weke parçeyek ji nasnameya mêran hatiye vegotin û honandin. Di destan û vebêje
yên gel de kesayeta „mêrê bisimbêl“ ne tenê weke dîmenek fîzîkî, di heman demê de hêza wî ya karakterî (xislet), wêrekî û sekna wî ya birûmet jî temsîl dike. Ji vê hêlê ve di avadaniya civakî ya gelê kurd de simbêl hem ji bo nasnameya kesayetî û hem jî ji bo nasnameya hevbeşî (kolektîf) bûye hêmaneke girîng.
Dema mirov ji hêla dîrokî ve lê binêre, dirêjî û şêweyê simbêlan jî gelek caran weke nîşaneke aîdiyetê hatiye nirxandin. Di nava hinek êl û eşîrên kurdan de simbêlên stûr û dirêj bi serokeşîrtiyê re hatine pênasekirin, li hin deveran jî simbêlên zirav û tekûz weke nîşaneya zanyarî û çelengiyê hatine qebûlkirin. Dîsa di nava oldar û bawermendên kurd de jî gelek wate li simbêlan hatiye barkirin. Bi vî awayî simbêl ne tenê weke tercîheke takekesî, weke hêmaneke çandî jî di nasnameya civaka kurd a dîrokî de cih girtiye.
Weke me li jor jî gotî, simbêl ji bo mêrên kurd di tevahiya dîrokê de bûye çekek û kes û karan bi vê çekê li hemberî dost û dijminên xwe hêz û rêza xwe daye nîşan. Simbêl gelek caran weke hêmaneke tirsandin, statu, hêz, çelengî û mêrxasîyê bûye darê destê xwediyê xwe û bi vî awayî jî bandordar bûye.
Di Ol û Baweriyên Kurdan wateya Simbêl
Berî 50-60 salan kesekî kurd (bi taybetî kesên li gundan dijîyan) simbêlê xwe biqusanda dibûn pêkenokên civakê. Hema hema tu mêrê kurd qusandina simbêlên xwe di aqilê xwe re nediborand. Heta roja îro jî di nava kurdên Kakayî de qusandina simbêlan şerm û guneh tê dîtin, lewre bawermendên ola kakeyî simbêlên xwe qet naqusînin. Kurdên êzîdî jî heta demek nêzîk qet simbêlên xwe nediqusandin. Heta roja îro jî qewal, û feqîrên êzîdîyan mecbûr in ku rîh û simbêlên xwe berdin. Herwiha di nava kurdên sunî û alevî de jî simbêlqusandin şermek mezin bû. Dema kesekî simbêlê xwe biqusanda kesûkarên wî jê re digotin; ma tu ne mêr î? Te xwe kiriye şêweyê jinan de. Û digotin; tişta jin û mêran ji hev cuda dike simbêl e. Lewre kesê simbêlê xwe biqusanda jê re rêz nedihat girtin û ew biçûk dihat dîtin. Simbêl ji bo civakê nirx bû. Em li ser vê mînakekê bidin wê ev nirx çêtir bê fêmkirin.
Di çanda kurdan a berê de yanî di çanda êzdayetîyê de dema di navbera du kes, du malbat an jî du eşîran de şer derbiketa û di encamê de ji aliyekî kesek bihata kuştin, kesên ji bo lihevanîna (aştî) wan navberkarî dikirin ew li hev dianîn, digotin; divê alîyê ango malbata kesê hatî kuştin mûyekî ji simbêlê xwe bide alî ango kesê kujer, da bawerî pê bê ku ew tolê nahilînin. Lewre kesê xizmê mirovê hatî kuştin mûyekî simbêlê xwe dida kesê kujer û bi vî awayî ew dibû soza ku dê tolê nehilînin û kujer bibexşînin. Yanî mûyekî simbêl diketa berdêla mêrekî d.
Di Çîrok, Stran û Biwêjên Kurdan De Simbêl
Di gelek stran, biwêj, gotinên pêşiyan û di helbestên kurdî de jî simbêl bi gelek awayan cih girtiye. Em ê li vir çend mînakan ji we re pêşkêş bikin. Dema kesek dixwaze yê/yên li hember xwe bide bawerkirin û îknakirin ku dê teqez tişta gotî pêk bê (erênî an jî neyînî) dibêje; „heke filan tişt (filan qeşedan, qewimîn) wiha çênebû, hingê simbêlê min jê bike û bixe di nav gûyê kûçikan de.“ An jî dibêje: Heke min filan kar/tişt/erk/soz pêk neanî hingê ez ê simbêlê xwe biqusînim.
Herwiha di nava civakê de ji mêrên bêkêr, soz, kiryar û hewldanên wî berevajî yên mêrên civakê bin jê re dibêjin;“ heyf ku simbêl bi te ve çêbûne. Dîsa dibêjin, mêrê bê simbêl weke xwarina bê xwê ye.“ Yanî divê mêr simbêlên xwe nequsînin. Ev biwêj jî wiha ye „Simbêl bi mêran ve tê.“ Ev ji bo kesên sozên xwe naynin cih an jî kiryarên ne di rêza mêran de dikin, tê gotin. Dema mêrek dimire, tê kuştin, winda dibe, ji hêla dijmin ve dîl tê girtin an jî bobelatek tê serê wî, jinên malbatê gotinên pesnê yên weke; simbêlqîtano, simbêlsoro, simbêlreşo, simbêlşoro, simbêlqelemo û hwd. stranên çelengî û lehengiyê li ser dibêjin. Dîsa di stranan de ji bo kesek hatî kuştin dibêje: heyfa simbêlê reşbelek mabû nav pêlên xwînê de. Herwiha di strana Çetelê Axê de bavê Çetel Ferhoyê Izêr wiha dibêje; Çeto lawo min digot qey tu Tosinê Tosin î, xwediyê simbêlê sorê sorsosin î, ji pişta axê, ji cerg û hinavê min î. Tu yê roja qewmandinê, roja mêranîyê, roja dozê yî, min nizanî dayîka te tu girtî, ji pişta mehtervan û seyîse hespê min î. Yanî madem ew simbêl bi te ve ye, nexwe rabe ser xwe û here cengê.
Wate, Nav, Pênas û Cureyên Simbêlan
Dîsa dema di destana Memê Alan û ya Sîyabend û Xecê de Mem û Sîyabend tên pênasekirin dibêjin; xortekî simbêlreş û rûdêm mezin bû.. Bi pênasa „simbêlreş" hem çelengî hem jî wêrekî û lehengiya wan hatiye vegotin. Di nava kurdan de gelek nav û cureyên simbêlan jî hene. Em ê li vir çend navên simbêlan binivîsin. Dibe ku li herêm û deverên we navên cudatir li wan bikin, lê yên min bi dest xistine ew in: Simbêlpalik, simbêlqîtan, simbêltûj, simbêlbadayî, simbêlmişk, simbêlşor, simbêlpîj, simbêlberan, simbêlgustîl/simbêlxelek, simbêlqelem, simbêltapan, simbêlxiştik, simbêlnivîşt, simbêlbor, simbêlsivnik/simbêlgêzî, simbêlgergerî, simbêlzeytûn, simbêljûjî, simbêlboq û hwd. Li gorî stûrbûn, dirêjahî, ziravbûn, kinbûn, şêwe, bergeh û sekinabdina li ser lêvan simbêl tên binavkirin.
Di nava civakê de dema xortekî ji keçekê hez bikira peyama herî aşkere ku bibêje; ez ji te hez dikim wiha bû, xort berê xwe dida keçikê û dûvê simbêlê xwe lihev ba dida. Ev peyama, 'keyfa min ji te re tê û ez ji te hez dikim' bû. Yanî simbêl di heman demê de peyamnêrek e jî.
Çawa ku di dirêjahîya dîrokê de simbêl nîşaneya rûmet, esîlbûn, mêranî, maqûlî û statuyê bû, ji destpêka sedsala 20. ve di nava gel de weke nîşana şoreşgerî û welatparêziyê jî tê bikaranîn. Yanî dema simbêlek li ser lêvan de dahelayî be yanî berê mûyan ber bi lêva jêr ve bin hingê ew kes weke şoreşger û welatparêz dihat dîtin. Simbêlên li ser serê lêvê re hatî kurtkirin û dûvikê wî di hindama devî re kurtkirî oldarên ola îslamî sembolîze dike. Dîsa simbêlên ber bi leman ve hatine dirêjkirin weke bawermendên ola êzdatî û alewîtiyê tên pênasekirin.
Di nava civaka kurd de hin kes ji bo ciwankarî û çelengiyê bi salan simbêlên xwe naqusînin û dirêjiyahiya simbêlên wan ji metroyekê dirêjtir dibin. Lênêrîna simbêlan jî kar zehmet e. Berî 100-200 salan xelkê gulav û bezê helandî li simbêlên xwe didan. Herwiha ji bo simbêlên xwe bixin qaloz û qalibên ew dixwazin jî mewîj diperçiqandin û demûşa wê bi simbêlên xwe didan û bi vî awayî serê wan tûj dikirin, li hev ba didan, berê wan ber bi jêr an jî ber bi jor ve dikirin, weke qiloçên/sturhê beranan serê wan dikirin xelek û bi dehan şêweyên din didanê. Xemla mêran tenê simbêlên wan bû, lewre wan jî hostatiya xwe hemû lê xerc dikirin û hewl didan simbêlê herî xweşik li ser rûyê xwe çêbikin.
Encam
Simbêl di çanda kurdî de ne tenê weke xêzek an jî hebûnek fîzîkî hatiye heta îro; ew sembolek bi komasî (birikim) û watedayîna bisedan salan a dîrokî, nasnameyî û rûmetdarî ye. Ew weke zimanek bêpeyv di nava civakê de bûye xwediyê wateyê; carinan ji bo hêz û pêşengiyê, carinan ji bo çelengî û rêzdariyê û carinan jî ji bo serhildan û berxwedanê bûye sembol. Di stran û vebêjeyên gel de simbêl tenê ne nîşana mêrbûn/zilamtiyê ye, di heman demê de ew parçeyek ji hiş û bîra kolektîf e jî.
Her çi qas nûjeniyê (modernîzim), bajarîbûnê û veguherînên siyasî şêwe, wate û dîtbariya simbêl veguherîbin jî nirxê wî yê çandî di civaka kurd de winda nebûye. Lewre simbêlberdan kêm bûbe jî hê jî weke nîşaneya nasnameya takekesî, rûmet û aîdiyeta civakî bi awayek bêdeng hebûna xwe didomîne.
Me bi vê xebatê hewl da em simbêl bi wateya çandî û bi peywendîya wî ya dîrokî û civakî re bigirin dest û bidin têgihîştin ku ew di nava kurdan de ne tenê weke "nîşana mêranîyê" ye, di heman demê de ew hêmaneke hişê çandî û semboleke nasnameya takekes û civakê ye. Lêkolînên pêşerojê dikarin vê hêza simbêl ya sembolîk hem dîrokî hem jî li ser mînakên hemdem hêj berfirehtir û kûrtir bigirin dest.
No comments:
Post a Comment