2026-08-01

Şadiya Rojbûna Min-Kamran Simo Hedilî



Li serdema ez ji welatê xwe mişext bûyîm, pîrozkirina rojbûna mirov li welatê me gelekî ne girîn bû. Lê li welatê nû çûmê, pîrozkirina rojbûna mirov bi pîrozî mîna cejnekê dihate pîrozkirin û tiştê pêşî ji min re gelekî balkêş hatî pîrozkirina rojbûna min bû. Ji ber min roja ez çêbûyîm ne dizanî. Lê nasên min yên nû ji dil û can ji bona rojbûna min pîroz bikin, ez pêşewazkirim.
Li nav wê rewşa cudahiya çandan bi qasî ji min hat, min li nav mirovên ji netewên cuda yên xwe dostên biyaniyan dizanîn ji xwe re hin nasan peydekiribûn. Li şîn û şadiyan em diçûne serdana hev û gelek êvaran me şevbihurkên xwe bi hev re derbas dikirin.
Êvarekê bêyî tiştek ji min re werê gotin, hin ji wan nasan ji bona roja ji dayîkbûna min pîroz bikin li jora min civiyan. Cara pêşî dê rojbûna min bihate pîrozkirin, ew jî ne roja çêbûna min bû. Heta wê rojê min qet rojbûna xwe pîroz nekiribû. Nasên ji bona pîrozkirina rojbûna min kom bûyîn, roja di pasporta min ji gel qaçaxçiyekî ji xwe re peydekirî de hatî nivîsandin, roja bûyîna min dizanîn. Lê ne navê di pasportê de hatî nivîsandin navê min bû û ne welatê pasportê welatê min bû. Sala di pasportê de hatî nivîsandin jî, ne sala çêbûna min bû. Bi rasthatinê (tesadufê) roja sêzdehê meha Sibat, roja çêbûna min nivîsandibûn. Tiştê ji pasportê nêzîkî rastiya roja çêbûna min, tenê navê heyva Sibatê bû. Tiştekî dinî rastiya min bînî ziman nebû. Min li koma ji bona pîrozkirina rojbûna min kombûyîn mêzekir û bêdeng min di dilê xwe de ji wan pirsî. ‘‘Hêjano rojbûna dayîka min nedizî, hûn pîroz dikin?’’ Berî wê êvarê bi salan min ji dayîka xwe pirsîbû, ‘‘yadê ez kengî çêbûm ?’’ Dayîka min bi rûkeniyeke dilmayî û westiyayî bersiva min wisa dabû. ‘‘Tu di bagera şeveke tarî ya meha Sibata de çêbûyî. Şeva tu çêbûyî, şeveke gelekî sar bû kurê min.’’ Dayîka min roj û sala çêbûna min nedizanîn. Lê dost û nas ji bona rojbûna min pîroz bikin, ez weke fermandarên di serhildanê de bi serdikevin û bi şervanên xwe re têne meydana gel lê kombûyî, ez pêşewaz dikirim. Ji devên her yekê/ yekî ji wan dengên dilxweşiyê hatine guhên min. Min li koma ji bona rojbûna min hatin mêze kir û dîsa bêdeng ji wan re axivîm. ‘‘Dostino, ez jî bi qasî mirovên bi nivîna xwe ve hatina girêdan, ên felcê li wan dayî û dixwazin bimeşin ji dostaniyê hez dikim. Bi qasî mirovên derdora wan bi bêhnên genî dagirtî û bêhnkirina bêhneke xweş divên ji serkeftina hezkirinê bawer dikim. Bi qasî Êzdî yên di xîşka dorpêçê de ne û xwestina derketin pêdivî ne, pêdiviya min jî li vê biyaniyê bi hezkirinê heye. Bi qasî mirovên hatin koçberkirin û bêriya welatê xwe dikin. Bi qasî jinên zarokên wan çênabin û xwestina zarokan dixwazin. Bi qasî zarokên dayîkên xwe winda kirin û germiya hembêza dayîkan dixwazin. Ez jî zanîna roja rojbûna xwe û ya girîng dîtina cihê çêbûna xwe dixwazim. Vece hûn rojbûna min, ya dayîka min ne dizanî pîroz dikin. Ji merdiya xwe, hûn pêşî ji min re sitranekê bisitrênin, bila bêhna wêrekiyê ji peyvên sitranê werin. Çîrokekê bibêjin, bila mêrxas û jinxas tê de neyêne kuştin. Li vê cîhanê welatekî nîşanî min bikin, bila zarok li bin siya ala wî têr û bêtirs mezin bibin. Heyranokeke evînî bi nuhirînin, bila evîndar bigihîjin hev û bihev şad bibin. Serpêhatiya Binevşeke Zagrosî bibêjin, bila bêhna gulên bûkaniyê ji keziyên wê werin. Sînorên welatekî li ser dilê min bi neqişînin, bila aliyekî wî, ne Enfal û aliyê din ne komkujiyên Şengalê bin. Heke hûn van bikin, rojbûna pasporta min pîroz bikin.’’ Piştî vê axaftina bêdeng, ez jî bi xemgîniyeke veşartî û bi melûliya her di giyanê min de beşdarî şadiya rojbûna xwe ya derewîn bûm. 14.06.2026 Kamran Simo Hedilî

No comments:

Post a Comment