Her kes meneya hesûdî û fesadiyê dizane. Ji ber ku di qodên kes û civakên bindest de ev her du rewşên kambax gelek serwer in. Serwer in û hinek tevlîhev… Lewre hema bêje her kes hem fail-kiryar e hem jî mexdûr e. Hem hesûd hem fesad, hem jî ji ber hesûdî û fesadiyê bextreş. Zaroktiya ku hema her kes dibêje xwezî bi wan rojan jî di bin siya hesûdî û fesadiyê da derbas dibe. Loma jî mêr û bi taybetî jî jinên li zaroktiya me qet jî kêfxweş û dilzelal nebûn. Di nav lepên van herdu belayan de diperpitîn. Hesûdî li ser hesûdiyê, fesadî li ser fesadiyê.
Helbet sedema wan a bingehîn bindestî ye. Her tişt welê ji me stendine ku ji bilî van herdu rewşên merezdar û xwînmij tiştek nemaye. Lê ji bo ku ev herdu nexweşî di patolojiya hema bêje tev civatan de derdikeve pêşberî me, em nikarin bêjin mirovên bindest tenê di bin tesîra kodên hesûdî û fesadiyê de ne lê yên din pak û zelal in. Na, heta ku mirov û civak bi xwebûniyeke çê ji qeyd û bendên xwe û hev rizgar nebe, ev kambaxî dê bidome.



