Showing posts with label Osman Kapan. Show all posts
Showing posts with label Osman Kapan. Show all posts

2026-09-08

Germa Vejînê - Osman Kapan

 


Bi beyaniya rojê re,celebek kew li quntara çiyê belav bûbû û li qismetê xwe digeriya.Ji xwe bi piranî ajalên çol û çiyan bi şev û berê sibê nijdevanbûn,bi rojê nişte çî bûn! Ji bona wê hêlîn û kunên wan tim di deverên bi ewle û asê de bûn.birek pezkovî xwe ji devera rast ber bi hevraz ve hildikişiya.Kevokan hî di wê beyanî yê de baskên xwe li nava avê dixistin û nukilê xwe li laşê xwe belav dikirin.Roviyekî bi çarlepkî û hêdî hêdî ber bi kewan ve çerx dibû.Hêdî diçû,hindik di çû,lê pirr bi baldarî di çû.Çiqasî nêz dibû,ewqasî bi baldar bû.

2026-08-09

Stêr ji tariyê di tirsiyan-Osman Kapan


 Şev tarî bû, stêrkan mîna morîkan xwe bi gerdana asîman ve dizeliqand.Her stêrê li gorî xwe xweşikatîyek dida esîman û wekî mîrekî li ser text jêr temaşe dikir.Carina bi birqonîka xwe, bi hev re diketin pêşbirkê û li dora heyva sê şevî dileyîstin.Hin stêran bejna xwe dihejand û digotin heyvê: “ ma çima nava te reş e,wekî dasekê te xwe li tarî yê pêçaye…? Digotin û hey digotin. Lewra hingê bûbûne şahidên nebaşî,êş û azarên şevtarîyan, ew jî ji tarîyê ditirsiyan. Ji bo wê bû her tim ronî bûn. Lewra dizanîn ku melul bibin dê bibine xwarina hin stêrên din! Ew jî bi ezmûna xwe fêr bûbûn.

2026-03-30

Di Hestên Netewî de Kurd Bûne Yek – Osman Kapan



 Berxwedan û lîstikên li ser Rojava, hesteke neteweyî derxiste holê. Konevaniya hemû tevgeran dê êdî li gorî vê were raçavkirin. Lewra konevanî bi gel re û ji bona gel e.Tevger, kes ku li derveyî daxwazên gel tevbigerin, dê di bin xweliya demê de bimînin. Bi berxwedana şoreşa Rojava û xayîntiya eşîrên ereb, di nav gelê kurd de hiseke: “Xwîn nabe av, neyarên bav û kalan, nabine dostê lawan…!” çêkir.

Ji bona wê li dora şoreşa Rojava, gelê kurd bû yek dil ! Ew dil Rojava bû, ew dil bû Kurdistan, Kurdistan bû Rojava. Bi hev re herikîn ser çemê neteweyî. Bi zanebûn; Rojava rûmeta gelê kurd û mirovahiya pêşverû ye, derketin qadan, sînor ji holê rakirin, Bakûr, Başûr, Rojhilat, Rojava û kurdên li hemû cîhanê bûne yek deng û li dora Rojava bûne xeleka jiagir û bi dil silav kirin.

Ew kezîyên şepalên ku bi destê hişê tarî, hov û dijmirovahiyê dûr hatin jêkirin, gelê kurd ew kezî li dilê xwe pêçan û bi hev re, bi giyana neteweyî bû nobedarê kezîyan…Laşên ku ji xaniyan hatin avêtin bû sonda tolhildanê! Kalên heftê salî, dayikên bidergûş heya zarokê ku karibûn bi rê ve biçin li qadan bûn.ku ev giyan, ev hêrsa tolhildanê bi konevanîyeke demkî were avdan, dê bibe şitil û ber jî bide. Her kesî ev yek baş dît.

2026-02-17

Çemê Bêherk-Osman Kapan

 


Hêdî hêdî xwe ji jor ve ber bi perava çem de berda.Hat,ji ser kevirekî reş rûnişt,turikê ku ji çeênd rengên qedîm xemilandî,danî tenişta xwe û welê kur kur li pêlên ava bi herk nerî.Nerîneke welê bû,te digot qey, dema ew pêl li hev dikevin sancoyî dibe.Di rû yê wî re cokên êşê diherikîn ! Çiqasî pêl bilind dibûn,wekî erdekî qelişî qemîçonkên rû yê wî kur dibûn.Wê kêliyê li çi denerî,çi difikirî,çi êş dikişand ? Ji wî pêve tu kesî nizanî bû. 

Çiqasî welê ma nizanîbû.Demekê li derdora xwe nerî,li paş xwe zîvirî li dûr nerî,nerî û hey nerî.Belî bû ku di nava wê dûrahiyê de li tiştekî digere,an jî li benda tiştekî bû.Qedereke xweş welê ma.Tişta ku lê digeriya nedît,an nehat? Ew jî ji wî pêve tu kesî nizanî bû.Ji wê dûrahiyê awirên xwe kişandin û birin li lutkeya çiya yê li hemberî xwe danî.Bi carekê bişirî,qermîçonkên rû yê wî ketin hev,wekî erdekî ku baran lê bibare qelîştokên rû yê wî ketin hev. 

2025-11-20

Du Dilop Rûndik -Osman KAPAN



Ji çavên wî du dilop rondik herikîn nava xunava baranê. Ne li rondikên çavan geriya, nê jî, ji ber ku şil nebe li sitarekê. Hal we ye di bin xunava baranê de devereke wî ya ku şil nebûyî nemabû, ligel wê jî ne xem bû jê re. Bes ên din ê li kuçeyan an sêhwanka xwe vedikirin an bi lez li sitarekê digeriyan.

Cûma, di bin wê xunava baranê de, xwe li ber pêlên xeyalan berdabû. Xeyal carinan ser rastî lê xweş… Carinan nêzî rastiyê, kurika hedadan di dilên bihesret de dadide. Carinan raborî xwe li dîwarê mêlakê dipêçê û xeyal mirov bi labîrentên raboriyê vedibe, tiştê ku mirov jiyayî lê ji bîr kirî zindî dike û di bîbikên çavan de difûrîne… Carinan dibe pêşerojê li ser sifreya xweşî û bextewariyê dirûnîne. Xeyal mîna rêwîtiyeke bêdawî ye.

Dema derbasî hêla din a rê bûyî hindik mabû ku di bin texsiyê de bimîne. Jinika şofêr bi çavên kînfûrî lê nerî û di ber xwe de got:

“ Çepelên çepel, nizanin bimeşin zarokên berbajarî divê mirov nehêle werin nava bajêr.“ û bi ken pêl gazê kir ber bi mekanê zewq standinê ve û ajot.

2025-11-10

Çîroka Temen-Osman KAPAN



Çîroka temenê mirov derbasbûna di navbera zanîn û nezanînê de ye. Bi navekî din xavbûn û xwebûn. Meriv çiqasî zêde hîn dibe, tiştên nû kifş dike, dikeve ferqê ku bê çiqasî tiştên nizanê û kişfnekirî hene. Lewre zanîn, berê meriv dide zanîneke din. Ango ku meriv gihişte wê tehma xweşiyê êdî rêwiyê zanînê ye. Lewre her zanîn riyeke din li ber meriv vedike û hîn rê xelas nebûyî, mereqa dawîbûna rê zixtik dide mêjî.

Einstein dibêje: ”Ku me bikaribûya raza yek sêlakê veçirandana, em ê fêrî hemû raza gerdûnê bibûna…” Îca ku meriv tiştek hîn bû, li pişta tişta hînbûyî digere. Lewre her hînbûn ji hînbûneke din peyda bûye. Ji wê ye civak û kesên berê xwe dane zanistê, tim gavekê li pêş in. Meriv ji her tiştî hîn dibe, bes meriv ji hînbûnê re vekirî be, ji ber bireve û tirsa nava xwe bikuje.

Di zanînê de zanist ronak e lêbelê ew jî xwedî sînorekî ye. Rê nîşan dide, raza hin tiştan mirov fêr dibe. Tişta beraqil û dijaqil êdî dimîne li ser mirov. Lewre hin tişt di nava civakê de hatine rûniştandin, hewce nake ku yek bibêje ew çewt e, mirov tenê bi wêrekî lê bınere, çewtiya wê dê bibêje ez va me!

Her gotin ne zanîn e. Gelek mirov rojane pir tiştan dibêjin, li deverına rast jî dibêjin, bes çewtıya wê rastiyê dikin. Çima? Çimaya wê beli ye, gotin li gel wan ne zanîn e, ji ber ku ne di ferqa naveroka wê gotinê de ye û ew gotin li gel wî nebûye zanîn. Ew merıvên xeşîm in lê ji xwe bê hay.

2025-09-15

SARYA – Osman Kapan



 Pala xwe dabû darê, bi çar çavên kuskusandî li derdorê temaşe dikir. Bi wan çavên kuskusandî, dixwest hemû derdorê di çavên xwe de bi cih bike. Guhên li ber pêlên dengan wekî şikefteke bêbinî! Mîna çavan dixwest ku hemû dengan, di şikefta guhê xwe de kom bike. Çav û guh bi hevdu re dipêşbirkê de bûn. Her duyan bi hev re hestên ditixtixandin

Her dîtinek û dengekî ew bi paşeroja ve dibir. Hest zindî dibûn. Carinann ew di nava deryaya kul û derdan de dixeniqand, carinan hestên di navaşahî û keyfxweşiyê de difurand!

Demekê dilînî , gewriya tije , nikariqorziya xwe ne bibe, ne bîne. Ji qorziyê xwe hilda jor, çav bi rondikan tije , bayekî xerbî li porê da, çend peşkên baranê barîn. Pêşkekê li çavê çepê da, bi peşkê re bêyî vîna rondikan xwe bera jêr da. kêliyê bi xwe û paşeroja xwe ve mijul . Ne deng di bihîstin, ne tiştek didît. kêliyê ew, rondikên çavan û fizîna bayê xerbî, di hembêza hevdu de bûn!

2025-04-15

Hineke Felsefe 3-4/ Osman Kapan


 

Beşa 3

Felsefe; bi temamî aqil e û di nava sînorê aqil de, bi gotinê tiştên nujen tîne ziman û dibe finda li pêşiya tarîtî yê. Ji wê ye yên xwedî felsefe piraniya caran bi tenê dimînin. Lewra ji dervî pêkutiya desthilatdaran, bawerhişk jî di rê ya wan de wekî kelemekî ne. Jixwe felsefe jî di demên welê de dertê. Me di nivîsa xwe ya duyem de, bi kinasî behsa felsefe ya Zerdeşt kiribû. Di vê nivîsê de jî emê behsa Felsefe ya Buda (Siddhartha Gautama) bikin.

Buda, lawmîr bû. Hal û wextê wî di nava xweşî, hebûn û zewqê de derbas dibû. Bes ji hêla manewî ve xwe birçî didît. Ango ji hebûna heyî têr nedibû, êşa têrbûyînê dikêşand. Lewra fikriyata wê demê ya serdest, êdî ji hêla hîştêriyê ve têra gel ne dikir û rewşeke qeyranî hebû.

Budîzm jî wekî Zertûştî yê, li hemberî Brahmanîzmê wekî bertek derket holê. Lewra gel bi çînan dabêş kiribûn û di nava xîzanî yê de, di şert û mercên zor de dijiyan. Êdî ramana Brahmanîzmê têrê nedikir ku gel ji hêla manewî ve hedar bike.

Buda ji bona ji vê re çareyekê bibîne kete nava lêgerînê. Lewra bi azmûna xwe zanîbû meriv bi zewq û sefayê rizgar û bextewar nabe. Îca demekê çewtî tevgeriya, xwe birçî hişt, êşafizîkî kêşand, li ber sir û seqemê ma, li binê dara zanînê. Dît ku ev rêbaz jî rizgarî û bextewariyê nayîne. Talî li binê wê darê gihişte heqîqeta xwe. Ango di felsefa xwe de mahir bû.

Budîzm bi awayekî sincî derket holê. Lewra encama ku Bûd agihiştibûyê û digot, ji hêla manewî ve giyana meriv di wan şert û mercan de têr dikir. Jixwe ku ramanek ji hêla girseyê ve hate pejirandin, tê wê wateyê ku ji hêla manewî ve gihiştiye armanca xwe.

2025-04-03

Hineke Felsefe 1-2 / Osman Kapan

 HINEK FELSEFE

Beşa 1.

Felsefe, babeteke kûr, direj û berfireh e. Em nikarin bi çend gotinan babetê bînin ziman.  Me xwest bi çend gotina ragihînin kok û çavkaniya felsefê ji ku û çavkanî ku dever e.  Wekî her tistî dîroka felsefê serdestan nivîsî ye.  Ew bingeha her tiştî li gorî berjewendîyên xwe digirin dest. Ango, diwarê xwe li ser riknê derewan dikin. Kurt û kurmancî, dîroka wan a talan û dizi ye. vêna bi derewînan dirêsin û bi gelan didin pejirandin, bi demê re ev derewîn diberasteqînî

Di hemû dibistanên dinê de, bingeha felsefê ji Yunanan didine destpêkirin. Ji Sokrates dest dikin û diçin. guman li wir fesefe heye û bi demê re xurt ye. Em înkar nakin. Jixwe, di herikandina nivîsên xwe yên din de em ê behsa yekê bikin.

Çavkaniya felsefê em dikarin bêjin ku Mezopotamya ye û ji wir belav ye. Lewra Mezopotamya hinterland e. Dema ku em li dîrokê dinerin, koçberiyên mezin ji Mezopotamyadest kirine û belav bûne. Her koçê bi xwe re zanîn û çêkirinên xwe birine. Koça yekemîn B. Z. bi hezar sal in. Ev koç li rojhilat û rojava belav dibe. Ev gelê aryen heya bi Hindê diçin, çendê din bi hêla Balkan ve diçin. Koça duyem , B. Z. bi du hezar sal in. Ew heman dişopînin, bi zimanê mecazî em bêjin; diçine baklbavan! Koça yem B. Z bi hezar salan e.

Ji hêla zanyariyê ve koça yem bi bandor e. Lewra hem ji hêla çand û hunerê ve, hem ji hêla felsefê ve nêrînên berfireh û berbiçav hene. Li Mezopotamya baweriya mazdeizmê pirr xurt e. Temelê mazdeîzmê, li ser başî û nebaşi, reş û tariye. Diyalektîk li ser bingehê ye. Îca mazdeîzm di nava xwede mitolojî, ol û felsefê bi hev re dihewîne. Ango hîn ji hev veqetîne. Bi awayî di xurcezîna koça yemîn de çûye!

Felsefe û ol di demên kaotîk de şênber dibin û zorê didin zanyari. Îca dema ku em li dîrokê dinêrin ji Asyaya dûr bigire heya Rojhilata Navîn û Anatolî serdemeke kaotîk heye. Êdî ol, çand û hunera heyî têra gelan nake. Diviya ku tiştên werin gotin, hiş û mêjî têr bibe. Ji bo ku ev rewşa kaotîk ji holê were rakirin û li ser hîmê pergaleke bi pergal bibe, li Mezopotamya, Hînd, Çîn û Anatoli çend kesên bijarte ketin nava lêgerînê û bi pergala heyî re ketin nava hesab. Helbet ku meriv tiştekî saz bike, dive li ser temelê ya heyî ji ya heyî çêtir û nûjentir be. Îca ew tiştên heyî hem kêm, hem ji têra bersivandina demê nedikir. Lewra mîtolojî û ola Zerdeşt e.

Beriya em derbasî felsefeya Zerdeşt bibin, çend tiştan bibêjin. (jixwe em ê, felsefeya di nivîsa duyem de, bînin ziman)

Ji bo pêxember Zerdeşt dîrokzan dibêjin; Di dîroke de behsa Zerdeştan kirin, ê yekem li derdora hezar salan (B. Z), duyêm du hezar û heya derdora heşt sed, heft sed salan (B. Z) de ye. yem B. Z di şeş sed salan de ye.

Rêberê gelê Kurd dibeje. Derketina tevgera Zerdeştî, B. Z di hezar salan de wekî tevgereke reformê dest kir. Dibêjin di gerdîşa Ahura Mazda de reform kiriye. Baweriya gelên Aryen ya herî kevnare Ahûra Mazda ye…“

Belê me di serî de got, bingeha felsefeya Zerdeşt Mazdeîzm e. Îca ev bawerî bi wan koçan li Asya dûr, Hind û Anatoliyê belav ye. Em ê di nivîsên xwe yên pêş de, bi kinasî behsa Zerdeşt, Buda (Siddhartha)Kofuçyus, Lao-Tzu, Thales bikin.

 



Beşa 2.

Felsefe jênegerînek e. Tu meriv nikarin felsefe bijîn,  lewra her meriv li gorî felsefeyekê dijî. Bes bi navê cuda felsefeya xwe pênase dikin. Bi awayê kin em bêjin; jiyana her kesekî li ser hîmê felsefeyekê ye û civak li gorî teşe digirin. Her civak li dora felsefeyekê kom ye û her tiştên wan bi feraseta ye. her kes felsefeyê nizane. Lewra felsefe,  sazkirina raman û ferasetên û cuda ye, dema ku di serî de ji hêla fîlozofan ve gotin, li hemberî bertekên tund têne dayîn, lewra ew tiştên têne gotin, ji tişta heya hingê heyî cudatir e. Ji bona desthilatdar li hemberî berjewendiyên xwe dibînin, hem gel li wan tûj dikin hem bi zagonên xwe fîlizofan bandor dikin. Suhreverdî, Sokrates, Manî û hwd. ji hêla desthilatdariyê ve hatine qetilkirin. Felsefe, jênegerîneke mirovahiyê ye, Tu kesê felsefe nîn e, lewra her kes li gorî felsefeyekê dijî. Ji dema kevnare, heya roja me ya îro mirov xwedî raman in, ew raman li ser hîmê felsefeyekê saz dibin. Bes kesê bi felsefe dijîn çiqasî di haya de ne, ew ne diyar e, îca meriv yekê bi jiyana civakê dipîve. Jiyana civakê çi be felsefa ew e. Lewra meriv nîve nîv sinc e, tişta ku sincê diyar dike felsefe ye. Îca meriv çawa bijî welê difikire. Dema ku civak dikevine qeyranan, ramanên derdikevin pêş. Sazûmankarên van ramanan Fîlozofin (li gorî çandê nav guhartin. Li Rojhilata Navîn ji wan re gotine pêxember. Lewra tenê pêxember li erdnîgariyê hene), ew di serdemên xwe de bûne xetîreya ronî . Gelek bedel dane ji rastiya xwe nehatine xwarê. Ramana wan ji bona desthilatdaran xetere , ji ber desthilatdaran ligel reşbûna wan a di nava gel de, Sokratês, Suhraverdî, Xalaç û bi dehan filozof hatin qetilkirin.

Raman wekî çivîka ber bi firê ketî ye, ku dema hat tu kes nikare bisekinîne bi fire. Wekî me li jor gotî raman fêkiyê demên qeyranan e. Berî Z. di navbera sedsala 6 û 5 de ji bona ji qeyrana heyî re bibine bersiv li deverê cûda, lêbelê demên nêzî hev de fîlozof, ji Rojhilatanavîn, çîn, Hînd heya Rojava derketin û ramanên avêtin holê. Heya hingê Pêxemberan pirs ji xweda dikirin, van fîlozofan êdî pirs ji civak û desthilatdaran pirsîn.