2026-08-03

NIJDE Û ŞIVANÊN BIÇÛK-Bahadîn Robar



Pezê me li terezina palê pêşberî Newala Şîvşîlêrê diçêriya. Demsal havîn bû lê belê zozanê ku em lê pir bilind û li gir û bilindahiyên wî keviyên berfê pir bûn. Tehtireşê, Şêxler û Çiyayê Kurê Nazo ji berfê spî dikirin. Giyayê Newala Kumir, Mexelê Mêrgê, Çala Aringê û Stenga Girê Hêlizî digihaşt heta navika mirov. Dema çavê tavê winda dibû te digot qey meha kanûnê ye. Ji sir û seqemê recif diket hinavê mirov. Lewre hewa gelek sar bû. Her yek ji me kulavek naylonkirî li nav milê me bû. Em zarokên zozanan bûn û me pir ji gul giyayên zozanan hez dikir. Lê ji bo şivaniyê em pir biçûk bûn. Me şivanî bi goyî yanî bi dorê dikir. Dildar jî kesek pir jêhatî bû lewre hê di temenê xwe yê 10 salî de şivanî dikir. Heçiyê şivanî bikira malbatê pir ji wan hez dikir, lewre min û dildar bi dildarî şivanî dikir.Bapîrê min bangî Dildar kir û got; ka kerê bibe nêzî Guhera Kaniya Jêr, barê wî dane û çayekê ji ava wê kaniyê dane ser kuçikê, heta nîv saeta din em ê pezî bînin guherê. Dildar pir biçûk bû. Şev reş û tarî bû, lewre Dildar dudil bû ku bi gotina bapîrê xwe Cango Pola bike yan na. Dildar ditirsiya. Li min nihêrî û bêyî biaxive bi çavên xwe ji min pirsiyar ku ew biçe tu xetere nîn e? Min jî bi beşişînek ne jidil di wateya ‘tiştek nabe’ de serê xwe lê hejand. Her cure ajalên dirinde, nijdeyên talanber û mêrkuj hebûn. Ligel temenê xwe yê biçûk jî wî di ser polê xwe de nebir ku bêje ez ditirsim û çû, ker da pêşiya xwe û bi dengek bilind fît dida û ber bi Kaniya Guhera Jêr ve çû.
Cango Pola ango papîrê min bi temenê xwe yê nêzî 80 salan jî hê li ser xwe bû û serşivanek binavûdeng bû. Wî ji Cizîra Botanê heta Sêrt, Wan û Colemêrgê hemî êl û eşîr û gund û bajar dinasî. Her wiha wî hemû deşt û zozan û çiya û newalên wê herêmê jî dizanî û temenê xwe di navbera çûn-hatina wan herêman de derbas kiribû. Piştî Dildar kerê ku xwarina me (şivanan) di barê wî de ye bir û çû çayê çêke û sîrika Kiça ya sîrmok û pîzpîzak di nav de amade bike. Dengekî mirovan yê weke kuxikê ji dûr, ji hêla jor ve hat. Bes bapîrê min ev deng nebihîst, lewre guhê wî hinekê giran bû.
Ew çend roj bûn di nava hoza (êl) me de gotegota; nijdeyên eşîrên cîran ê ku berî çend salan di navbera eşîra me û ya wan de ji ber parvenekirin û çêrandina zozanan gengeşî derketibû, li derdorê digerin, hebû. Beriya wê gengeşiyê jî, eşîrên zozanî û yên koçer (eşîra me jî di nav de) gelek caran şerên dijwar kiribûn û mirov ji hev kuştibûn. Her çi qas bi navberkariya hin eşîrên bêalî lihevhatin çêbûbe jî zihniyeta feodal rê nedida ku aştiyek mayînde çêbibe û hemû eşîr lihev werin û lihev bin. Dijminahiyek eşkere nebe jî, di bin ve herkes li fersendekê digeriya ku derbeyekê li eşîra ku hevrikê xwe ye bide. Du eşîr (Teyan û Jîrikan) bi awayek aşkere dijminê hev bûn. Herdu aliyan 5 mêr ji hev kuştibûn. Her çi qas ermanca wan ne mêrkuştin be jî, diviya talanê (pez û dewar) eşîrekê bibin û hem bikin weke tolê û hem jî bikin lehengiya xwe.
Piştî wî dengê kuxikê dengê çekan jî ji wê hêlê ve hat. Ez pir tirsiyam û min ber bi bapîrê xwe ve lezand. Dema ez guhiştim cem bapîrê xwe min dît ku bapîrê min li ser kevirekî biçûk rûniştiye û qotiya xwe ya tutinê derxistiye ji xwe re çixareyê dipêçe. Wisa bikelecan û bêhnçikiyayî min gotê; bapîr, ji hêla jor ve dengê çekan tê. Gelo nijdeyan avête ser hin keriyên êla (hoz) me? Bapîrê min bêyî ku tu mimîkên tirs û xofê nîşan bide got; kurê min, netirse, dibe ku şivanên êla me bin, ji ber diz û nijdeyên talanber çek teqandibin ku peyama, ‘me hay ji xwe heye, bi ser me de neyên’ dabin. Dema min ev çend peyvên xweş ji devê bapîrê xwe bihîst dilê min hinekê rehet bû û kutkuta dilê min daket. Di wê navberê re Dildar bi çend dengan bangî min kir û got; Bozooo! Waaaa Bozoo! ew çi dengê çekan e? Diyar bû ku ew jî mîna min ketibû xofê, lewre di dengê wî de newayên tirsê xuya dikir. Min lê vegerand û gotê; tiştek nîn e, tu çay û xwarinê amade bike, vaye em pêz tînin û tên cem te. Bapîrê min Cango Pola jî got; kurê min vêca hêdî hêdî pezê xwe kom bike û berê wî bide guherê. Pezê me têrçêre bûbû. Lewre Zozanê Şîvşilêrê zozanek pir xweş û bijûn bû. Her devereke vî zozanî ji gêndel, heliz, zirvik, giyareşk, nêrûbend, kwîng, pîjang, tirşok, benbenî, stirik, çever, mend, dançire, rizyan, giyatehlk, guhê hirçê û hwd. mişt bû. Ew terezina ku pezê me lê diçêriya jî her cure giya lê hebû. Pezê me hê zû têr dibû û pêwîst nedikir ku em nîvê şevê pezê xwe careke din rakin şêvînê.
Nijde li derdorê geriyabûn û hê roj pê dûrbînê em dîtibûn ku em zarok in, bapîrê me jî kal e, lewre li gorî wan, me wê nekaribûya xwe biparêzin û wan ê bi hesanî talanê me bibirana.
Piştî dengê çekan hat û şûnde êdî tebatî bi kûçikên me û kûçikên şivanên li derdora me neket. Hewt hewt û kewt kewta wan tevlîhev dibû. Li Zozanên Şîvşilêrê zêdetirî deh kerî pezê êla me (Taligan û Gewran) hebû. Her keriyek bi qasî 500 heta 1000 pezî bûn. Min pez ji dolik û newalokên li derdorê ber bi guherê ve ajot û ketim pey pezî. Bapîrê min jî kulavê xwe avêt nav milê xwe û hêdî hêdî ji hêla din ve ket pêşiya pezî û ber bi Dildar ve ‘ey kir pezî. Dema em gihiştin guherê Dildar jî hat alîkariya me û me pez di wê guherê de da mexel û em çûn cem cihê ku Dildar xwarin amade kiribû. Me şûşeyên (îskan) çaya xwe dagirt û dest bi xwarina xwarinê kir. Min çifteya xwe ya ku guleya berazan têde bû danî ser gwîniyekî. Çifteyek kevin li milê bapîrê min jî bû. Dildar bê çifte bû, jixwe wî nedikarî çifteyê hilgire. Ez bi qasî du salan ji wî mezintir bûm, lê dîsa jî qûntaxeya çifteya min bi erdê ve dixişikiya.
Her yekî ji me hoçikek (hîçik) ji nanê sêlê yê ku ji sîrikê tije bû çêkir û çaya reşa qeytanî di ser dikir. Her çi qas bi gotina bapîrê min ku gotibû,ew dengê çekên şivanên êla me ne jî, dilê min qet ne rehet bû. Agirê kuçika me hinekê tefiyayî bû lê hê jî mirov pê germ dibû. Kuçikên me Agir û Qero jî ji bo em nanê wan bidinê hatibûn li ber me veketibûn. Bapîrê got; Dildarê min nanê van kuçikan bideyê da biçin li dorana pezî cihekî bisekinin. Dildar dest avêt çelteyê nanî ku nanê kuçikan derxe, di heman çirkê de dengê teqîna keleşkofekê li nêzî me hat û guleya wê li nava kuçika me ya ku bizotên wê li ber temirînê bûn ket. Agirê kuçikê û parçeyên kuçên kuçikê pekiyan navçavên me û kûçikên me. Ez û Dildar xeşîmê vê rewşê bûn. Em rabûn ser piyan û me li dorana xwe meyze kir. Bapîrê min xwe avêt me û di yek carê de em herdu avêtin erdê û got; ranebin, hûn rabin wê gule li we bikevin.
Bapîrê min bi zikzikî xwe xişikand û çû li pişt kevirekî bi qasî mirovek rûniştî û dêhna xwe da hêla ku gule berdabûn me. Min jî zikzikî xwe ber bi jor ve kişand. Tehtên mezin nebûn ku ez xwe bavêjim pişt. Lewre min xwe avêt pişt gwîniyek mezin û çifteya xwe amade kir. Dildar jî li pey min hat. Pezê me tertebelav bû, her yekî bi deverekê ve reviya. Bapîrê min bi dengek bilind gazî kir û got; Kuro min hûn dîtin, îşev xilasbûna we ji destê Ezraîl jî hebe ji destê min nîn e. Dema bapîrê min wisa got, min got qey bi rastî jî wan dibîne. Lê bapîrê min ji qestî wisa gotibû da ku ew newêrin êrîşî me bikin. Bapîrê min berê çifteya xwe da hêla êrîşkaran û guleyek teqand. Bi teqandina guleya bapîrê min re bi hezaran gule li me hatin reşandin. Min jî çend guleyên berazan ber bi wan ve berdan. Bû kwîz kwîza kûçikên me û ketin nav pezî û çûn.
Dildar gelek ditirsiya, xwe bi erdê ve melisandibû. Nijdeyek herî kêm ji deh kesan pêk dihat avêtibû ser me. Hinekê dengê çekan sekinî û dengê nijdevanan hat. Yekî ji nijdevanan digot; Şivano! pezî ji me re bihêlin û herin, em we nakujin. Heke hûn bi ya me nekin, em ê we bikujin û pezî bibin. Dema wan wisa got, min nîşan li cihê dengê wan girt û tiliya xwe kişand tilîkêşê û guleyek din berda wan. Bi ya min re bapîrê min jî got; heta ez sax bin hûn ê nikaribin mûyekî jî ji pezê min bibin û guleyek berda wan. Me her yekî 25-30 gule hebûn. Wan dîsa berê 5-6 keleşkofan dan me û tiliyên xwe kişandinê. Min û Dildar nekarî xwe li wir bigirin û em bi qasî 10-15 metroyan bi zikzikî paşve vegeriyan. Ji ber ku şev bû me hev nedidît, tenê me gule berdida devera ku dengê mirovan jê dihat. Heke ne wisa bûya hê zû nijdevanan wê em her sê jî bikuştana. Ji ber ku di destê me de çifte û di destê nijdevanan de jî keleşkof hebûn. Bapîrê min dizanî xwe biparêze lê min û Dildar qet nedizanî xwe biparêzin, em pê ajoyan tevdigeriyan.
Dema em paşve vekişiyan cihê me texmîn kirin û weke agir gule li ser me reşandin. Em li bendê bûn ku şivanên keriyên din bi han û hewara me bên, lê tu deng ji wan nedihat. Cihê ku ez û Dildar lê bûn pir vekirîbû, tenê giya hebû ku gule li giyayan nedisekinî. Bapîrê min bangî min kir û got; Bozoyê min, hûn parastî ne? Min got; belê bapîr, û di gotina min re dengê guleyên keleşkofê hat û bi wî dengî re ayyên bi Dildar ket. Bi qasî 3-4 mitroyan li hêla min a piştê bû. Min li paş xwe nihêrî. Min dît ku Dildar ketiye ser devê xwe û deng jê nayê. Ez bi xişikandinê çûm heta cem Dildar. Gule li singa wî ketibû û xwîn weke robar diherikiya. Bi çavek bendawariya ‘min rizgar bike’ li min nêrî. Min kefiya xwe ji dorana stûyê xwe vekir û birîna wî pê pêça û min bi dengek bilind bangî bapîrê xwe kir. Min got; bapîrooooooooooo, bapîrooooooo Dildar birîndar bû, Dildar birîndar bû. Dengê şevê û dengê şerî bilind û zû tê bihîstin. Bapîrê min hewl da xwe bigihîne me. Lê weke taviya barana biharê guleyên keleşkofan di ser bapîrê min de raşandin. Dema em û nijde şer dikin, ji wan 3-4 kesan pezê me dane pêşiya xwe û ber rojhilat ve birine, bes agahiya me jê tunebû.
Û şivanên keriyên nêzî me û ji nava zomê hewar ber bi me ve tên. Şivan li rastî jindevanên ku pezê me birine tên û di nabera wan de jî şer diqewime. Ew pezî dihêlin û direvin. Ji nava zomê jî ciwanên çekdar gihiştin me û şer dijwar bû. nijdevanan xwe li hember me ranegirtin û reviyan. Çekdarên me heta Gola Nizmê li pey wan ketin, lê şev tarî bû lewre mirov nedikarî zêde nêzî nijdevanan bibe. Ji ber ku şevan lipeyçûna nijdevanan pir xetere ye. Şivanên hevkerê me pezê me ji nijdevanan stendibûn û ber bi me ve dianîn. Maliyên me, dayîkên me, (berî çend salan bavê min çûbû rehmetê) bavê Dildar û hemû xelkên zomê hatibûn hewara me. Hê ji dûr ve diya min û jinmama min bangî min û Dildar dikirin û digotin; kezep kezeep, Dildarê min, Bozoyê min. Dema min dengê diya xwe dibihîst ez giriyam, ez ji mirinê xilas bûbûm, lê pismamê min Dildar birîndar û xedar bû. Piştî hewar gihaşte me, min Dildar nîşanî wan kir. Diya wî Gozelê qêrînên wisa dida erd û asîman dilerizî. Destê wî kire nava destê xwe û li ser lorand. Got delalê mino, biçûkê mino, birîndarê mino. Ez qurbana birîna te ya bêderman bim. Ez nemînim ji çavên te yên reşbelek re Dildarê mino. Diya min jî ez hembêz kirim, ez maçî dikirim. Bi bayê bezê re darbestek ji daran çêkirin û Dildar danîn ser û ber bi zomeyê ve birin. Çend pez hatibûn kuştin, çi ji kuçikan hatiye min qet nedizanî. Ji zomeyê du kes man ber pezê û em yên din hemû çûn zomê. Birîna Dildar pir giran bû. Ne bijîşk hebûn li wî zozanê xirûxopan, ne bajarek nêzîk hebû û ne jî siware hebûn ku birîndarê mala bavê min derman bike. Heta em gihiştin zomeyê Dildar tenê bi rondikek zelal ê di ser hinarikên wî de ber bi jêr ve herikîbû û bi çavek vekirî yê heçko bêje; çavê min li riya we bû û hûn bi hewara min nehatin, xatirên heta hetayê ji me xwest û çû, çû û çû.
Bahadîn Robar

No comments:

Post a Comment