Showing posts with label Mihemed Kurdi. Show all posts
Showing posts with label Mihemed Kurdi. Show all posts

2023-12-22

Ergatîvîtiyê De Cîyayîya Kirdkî/Zazakî û Kurmancî -Mihemed Kurdî



Ergatîvî arizîyêka ziwanê kurdkî yo. Zaraweyê kirdkî/zazakî zî sey zarawayê kurmancî nîm ergatîvî yo. Her çiqas wirdî zaraweyî zî nîmergatîvî yî la belê tay halon di kirdkî û kurmancî yewbînan ra cîya benî.

 *1- Çekuyanê Makîyî Di*
Zaraweyê kirdkî di zayendêyi zaf aver a. Çekuyê makî halê xo yê xoser di kertey ”E” ginê.
Nimûne:
 *Kirdkî/Zazakî – Kurmancî*
Mi dare arde – Min dar anî
To gule girewte- Te gul girt
Ey goze werde – Wî guz xwar
Aye saye werda – Wê sêv xwariye
Ma dare berda-  Me dar biriye
Şima awe şimite – We av vexwar
Înan tuye werda – Wan tû xwariye
Zaraweyê Kirdkî di çeku halê xo yê xoser de zî zayenda (nêrî û makî ) xo kifş kena, semedo kû pêro kareserê nê nimûneyê corên di makî yî coka kardaran zî kerteyê makî girewto. Ino xususiyet zaraweyê kurmancî di çinî yo.

2023-10-09

Şaş Bikaranîna Rengdêrên Namdariyê – Mihemed Kurdî


Ji bêjeyên (peyv) ku çawanî û çendaniya navdêran diyar dikin re hevalnav an jî rengdêr tê gotin. Heke rengdêr bi tena serê xwe bêtine nivîsîn ew jî her navdêr in, lê heke bi navdêrekê re bêtine nivîsîn, wê demê dibin rengdêr. Rengdêr (Hevalnav) , navdêran ji aliyê rewş, teşe, reng, hejmar û nîşanê ve diyar dikin. 

Di rêzimana kurmancî de gelek cureyên rengdêran hene lê ez ê di vê nivîsê de behsa ”Rengdêrên Namdariyê”  bikim. Rengdêra namdariyê di bin banê rêngdêrên çawaniyê de ye, ango namdarî jî bin beşeke rengdêrên çawaniyê ye. Rengdêrên Namdariyê paye, rade, pêywir û asta civakê ya navên mirovan yên taybet nîşan didin. Ev rengdêr carinan têne despêka navdaran carina jî tên dumahîka wan. Ji bo ku mijar bête fêmkirin em çend mînakan binivîsîn.

*Mam Serdar, *Met Zozan

*Xal Şerzan,  Xaltîk Hêvîdar

*Heval Kawa, *Kak Azad 

Şeyma Xatûn*, Mihemedê Aşpêj*,  Mirad Beg*,  Gulîstan Xanim*……

2023-09-26

سەرژێکرنت دەرمالەیان کەڤنەشۆپییەکە دێرینە - محەمەد کوردی



سەرژێکرنا دەرمالەیان ل ناڤ کوردان دا کەڤنەشۆپییەک کەڤنارە و دێرینە. ئەڤە کەڤنەشۆپییا تایبەت ب سەدان ساڵانە د ناڤ کوردان دا هەیە و حەتا نووکە ژی هەر بەردەوامە.


گەلۆ دەرمالە چی یە ؟

ژ بەرخک، کارک گۆلک، بەران و میهێن کو ل دەرێ مالێ ب تایبەت تێن خودانکرن دا کو خورت/قەلاو ببن و پاشێ بێتنە سەرژێکرن را دەرمالە تێتە گۆتن. خودانکرنا دەرمالەیان سەرێ بهارێ دەسپێدکەت. ئاژالێن پچوک یێت سێ-چار هەیقی کو ژ بۆ دەرمالەیی تێن نەقاندن/هلبژاردن حەتا شەش هەیڤان ل بەر دەرییێ مالێ ب کا، جەه، بەرویان باش تێتن خودانکرن. ژ بۆ کو دەرمالە ب گۆشت و قەلاو بن گەلەکی باش تێتن خودانکرن. تایبەتییا خودانکرنا دەرمالەیان ئەوەیە کو ل بەر دەری مالێ و د گۆڤان دا تێتنە خودانکرن. پشترە پاییزی ب هاتنە سەرمایێ را دەرمالە تێتنە سەرژێکرن. پشتی سەرژێکرنێ گۆشتێ وان تێ هور کرن و پاشێ ژی ژ بۆ کو گۆشت خوینا خوە بەردە باش تێ خێکرن، گۆشت سێ رۆژان د ناڤا خێیێ دا دێتە هشتن. پشتی سێ رۆژان گۆشت خینا خۆ بەرددەت، پاشێ گۆشت باش تێتە شوشتن. دیف را ژی گۆشت ڵ سەر ئاگری تێتە قەلاندن. ب خێکرنا گۆشتی مەبەست ئەوەیە کو گۆشت خەراب نەبیتن و هەر وەها ئەکل و تاهما گۆشتێ ژی خۆسشتر ببیت. پشتی قەلاندنا گۆشتی تەنەکەیێن قەلییێ تێتنە داگرتن و ژ بۆ زڤستانێ تێتنە هلانین.

2023-09-24

Paşa û Merdimê Ci - Mihemed Kurdî



Rojêk paşa veng dano wezîrî û vano ”Halê şarî senîn o, se kenê, se nêkenê, derheqê me de çi qal kenê ?”
Wezîr vano ”Paşa yê mi, şar baş o, weşûwar o, tenya rehma Homayî înan ra kêmî ya.” Dima dewam keno vano ”Paşayê mi, yew hepsî est o, wazeno to bivîno,yew çîyo ecêb tede est o, eke yew çiyo ecêb nêbîyêne mi to ra nêvatêne.”
Paşa vano ”Vano se?” Wezîr vano ”Paşayê mi eke ti qayîl bê, ez do to ra ey bîyarî, wa o to ra bivajo.”
Paşa vano ” Dê baş o, şo ey bîyare.”
Wezîr mêrikê hepsî dano ardiş.
Mêrik vano ”Silam to ser o bo Paşayê mi.”
Paşa vano ”Ti zanê, enê çiyê ke ti vanê raşt nêbê, ez do se bikerî bi to ? Ez do to berzî feleqe, badê zî ez do to berzî kutikan ver û asteyanê to zî bidî tîmsehan, to fam kerd ?”
Mêriko hepsî vano ”Ferman fermanê to yo, paşayê mi. Çîyo ke ti vanê, do sey to bo. La verî ke ez yê xwu bivajî, ez do to ra bivajî ke ez çi semed ra ameya girewtiş. Min tenya qelûnêk  tirawita, ez do semedê aye heta gi heta hepis de bimanî, heta ke ez bimirî, ez do newe zindan ra vejîyî.”

2023-08-29

Nîqaşên Li Ser Kirdan/Zazayan – Mihemed Kurdî


Heke babet kurdên zaza bin, bêgûman şer û nîqaşên giran jî pê re tên kirin. Vêca min jî nivîsandina vê mijarê ji bo xwe wek erkek netewî dît. Ez ê di nivîsara xwe de hewl bidim ku babetê û mebesta wê rave bikim.
Nîqaşên li ser kurdên zaza di van rojên dawiyê de dîsan ketine rojevê, bi taybet jî li ser çapemeniya civakî. Di derbarê babetê de hizrên cuda têne gotin, hindek alî dibêjin zaza ne kurd in û neteweyeke serbixwe û cuda ne, hindek dibêjin zazakî/kirdkî ne zaravayekî kurdî ye û zaza jî ne kurd in, hindek dibêjin zazakî/kirdkî zaravayekî kurdî ye û zaza jî her kurd in, hindek jî dibêjin zaza tirk in….. Her yek ji wan tiştekî ji bo xwe dibêjin.

2023-08-15

Bi Sitranên tirkî Qirkirina Çanda Dawetên Kurdî – Mihemed Kurdî


 

*Bi Stranên Tirkî Qirkirina Çanda Dawetên Kurdî** 

Çand, nasname û hebûna gelan e û di heman demê de hêmana herî mezin an ku neteweyan ji hev cuda dike jî her çand e.

Çand, reng û taybetmendiyên neteweyan diyar dike. Hemû nirxên neteweyan di çanda wan de veşartî ne. Ango çand ziman, bawerî, dîrok, taybetmendiyên gelan di nava xwe de dihewîne. Em Kurd jî xwedî çandeke rengîn û taybet in.

2023-08-05

Zewaca ligel tirkan û xetereyên wê – Mihemed Kurdî


Çawa ku Xweda nebat û ajal ji nêr û mêyan afirandine, her wiha mirov jî ji van her du beşan ango ji jin û mêran afirandine. Ev her du beş jî ji bo ku jiyaneka hevpar pêk bînin di hindek mercan de li hev dikin, vêca ji vê rewşa lihevkirina evan her du beşan (jin û mêr) re zewac tê gotin.

Li gor bawerî û çanda Kurdan zewac tişekî gelekî girîng e. Her çiqas Kurd û tirk di serdemên berî niha, di bin sîwana heman dewlet û împaratoriyan de mabin jî lê di rastiyê de ev her du gel ji aliyê jiyanî, hunerî, çandî û tebîetî ve gelekî ji hev dûr in. Ango wan serdeman têkilî û danûstandinên Kurd û tirkan gelekî lewaz bûn. Lê belê ev rewş piştî ku tirk li mezintirîn beşa Kurdistanê ango li bakurê Kurdistanê bûne serdest hêdî hêdî veguherî. Roja ku tirk li bakurê Kurdistanê bûne serdest heta vê kêliyê, ji aliyê ziman, çand, huner û bawerî ve politikayên bişaftin û qirkirinê yên herî qirêj li ser kurdan dimeşînin. Yek ji van politikayên qirêj jî zewac e. Di van salên dawiyê de li bakurê Kurdistanê zewaca ciwanên Kurd digel keç û xortên tirkan zêde bûne.

2023-07-25

Sedemên Koçberiya Kurdan – Mihemed Kurdî




Sed sal berî niha Kurdistan bi rêkeftina ”Lozan”ê, ji aliyê dewletên emperyalîst ve hate perçekirin. Bi vê rêkeftina qirêj, li ser axa Kurdistanê tixûb hatin danîn û bi vî rengî kurd ji hev hatin belavkirin û dûrxistin.
Piştî dagirkeran Kurdistan dabeş kirin, vê carê ji bo misogerkirina deshilatdariya xwe ya li ser axa Kurdistanê çi şêweyên zilmê neman ku li ser serê gelê Kurd neceribandin. Dagirker ew qasî hov û xedar bûn çi caran li ser serê kurdan ferman, kuştin, jenosîd, komkujî kêm nedikirin. Dagirkerê her beşeke Kurdistanê,  ji yên beşên dîtir zêdetir Kurd dikuştin, mirov digot qey ev mêtîngerên hov ji bo kuştina kurdan ketine pêşbirkê. Ji ber ku dagirkeran hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava kiribûn, lewre hebûna kurdan jî ji bo xwe wek gef didîtin, ji ber wê jî ziman, nasname, çand, huner û her tiştên Kurdewarî qedexe dikirin. Gelê kurd jî li hember zilm û zordariya neyaran nerazîbûn û berxwedanên xwe nîşanî wan didan û carina jî li hember wan serî radikirin.
Gelo çima kurd jî ser axa xwe koç dikin ? 

2023-07-07

Medrese û Bandorên Wan Ên Li Ser Zimanê Kurdî - Mihemed Kurdî




Medrese peyveke erebî ye, di kurmacnî de tê wateya fêrgeh an jî perwerdegehê. Medrese yek ji wan saziyane ku bi sedan salan zimanê kurdî parastiye û gîhandiya roja îro.
Di dîroka Kurdistanê de bandora medreseyan li serzimanê kurdî gelekî mezin e. Her çendê medrese ne saziyên femiyên dewletê bin jî lê ji ber ku ji bilî medreseyan perwerdehiya bi zimanê kurdî li çi saziyên din nedihat dayin vê yekê jî dihişt ku bandora medreseyan li ser civaka Kurdistanê zêde bibe.
Zimanê medreseyên li Kurdistanê bi kurdî bû. Wekî hûn jî dizanin xwendin û nivîsandin zimanan bi pêş dixe. Piraniya berhemên li medreseyan dihatin xwendin bi erebî bûn lê belê paşê ew berhemên hanê ji bo zimanê Kurdî dihatin wergerandin. Ango li medreseyan berhemên Erebî ji aliyê mele û seydayan ve ji bo feqeyan bi Kurdî dihatine şîrovekirin û vê yekê jî zimanê Kurdî bi pêş dixist û dikir ku Kurdî bibe zimanekî wêjeyî. Jixwe weke tê zanîn wêjeya kurdî ya nivîskî jî li medreseyan dest pê kiriye.
Destpêka avabûna medreseyan li Kurdistanê digêje sedsala 11’an. Piştî Kurd bûn misilman, di warê xwendin û zanistiyê de bi pêş ketin û vebûna saziyên zanistî û ilmî li Kurdistanê zêde bû. Bi taybet jî li bajarên weke Cizîr, Bazîd, Bêdlîs, Sêrt û Amedê medreseyên gelekî hêja hatin avakirin û divan medreseyan de ji aliyê ilmî, zanistî û pêşveçûnê de xebatên gelekî hêja ji bo mirovahiyê hatin kirin.

Gelo Çima Miradê Dewrêş û Edûlê Nebû - Mihemed Kurdî



Beriya çend rojan ez ji bo dîtina gora Dewrêşê Evdî çûm berriya Wêranşarê. 
Bi rastî dema ez çûm ser girê Edşanê û min gora Dewrêşê Evdî di wê rewşê de dît, ez gelekî xemgîn û hestiyar bûm. Belê gora wî Dewrêşê ku li ser bi sedan helbest û dûrik û sitran hatine gotin îro bêxwedî ye. Kîjan dengbêjê me yê mezin ma ye ku evîn û lehengiya Dewrêş Evdî nekirine sitran û negotine. Ji M.Arif Cizrawî heta Miradê Kinê, ji Karapetê Xaço heta Şakîro kê dilê xwe bo Dewrêşê Evdî parçe nekiriye. Vêca ma ne şerm e ji bo me ku gora lehengekî wek Dewrêş bêxwedî be? Belê rastî tahl e, rewşa gora Dewrêşê Evdî di heman demê de rewşa gel û welatê me ye jî.
Gelo ev Dewrêşê ew qas stran û kilam li ser hatine gotin kî ye? 
Dewrêş lawê Evdo ye, Evdo jî lawê Millhim e, bi eslê xwe ji Şengalê ne û Kurdên êzidî ne. Ji ber êrîşên neyaran xwe sipartine eşîra Milan, Milan jî derî yê xwe ji bo wan vekirine,  ji lew re jî Evdoyê Millhim çi gava ereb û tirk êrîşê Milan dikin her dem li dijî wan şer dike û rûyê Milan spî dike. Ji ber ku Evdoyê Millhim mêrxasekî egîdan e , Zor Temir Paşayê milî jî gelek hej ji wî dike û dihêle ku her dem konê Evdoyê Millhim nêzî yên wî be. Du kurên Evdoyê Millhim binavê Dewrêş û Sehdûn hene.
Keçikeke Paşê ya bi navê Edûlê heye. Dewrêş û Edûlê bi temen qasî hev in û di zarokatiyê de heta xortaniyê her dem bi hev re mezin bûne û gelek hej ji hev dikirin. Rojekê Edûl dibêje Dewrêşî “ez ditirsim miradê me bi hev nebe”, Dewrêş jî dibêje, “netirse ez dê bavê xwe ji bo xwezgîniyê bişînim mala we”. 
Gelo çima miradê Dewrêş û Edûlê nebû?

2023-06-20

Di Berhemên Nivîskî De Girîngiya Standardkirina Zimanî - Mihemed Kurdî




Kurd neteweyek kevnar û dêrînin, kurdî jî zimanekî qedîm û dewlemend e. Lê ji ber ku wêjeye kurdî nebûye wêjeya deshilatdar, wêjeya kurdî ya nivîskî jî li gorî ya neteweyên din gelekî dereng destpêkiriye û ji ber evan sedeman ji heta roja îro zimanê kurdî nehatiye sitandartkirin.
Heke zimanek gîhaşt asta xwendin û nivîsandinê, bêgûman ew ziman êdî zimanekî parastiye û dê metirsiya windabûnê jî li ser wî zimanî nemîne. Lê belê heke zimanek ne zimanê xwendin û nivîsandinê be, vêca ew ziman dê roj bi roj lawaz bibe û bihele. Ango bandora xwendin û nivîsandinê li ser hebûn û tunebûna zimanî gelek e. Lewre ji bo zimanê me bibe zimanê xwendin û nivîsandinê,  divê di warê nivîskî de zimanekî me yê  sitandart hebe.
Heke zimanek ne zimanê fermî û perwerdehiyê be, bêgûman sitandartkirina wî zimanî jî ne gengaz e. Ji ber ku kurdî jî li gelek deverên Kurdistanê ne zimanê fermî û perwerdehiyê ye , hîna jî zimanê kurdî nehatiye sitandartkirin. 
Gelo heke berhemên  kurdî yên nivîskî neyên sitandarkirin dê  bandorek çawa li xwîner û civaka Kurdistanê bike ? 

2023-06-05

Xetereya li ser zaravaya Kirdkî/Zazakî û berpirsiyara Kurdên Kurmanc - Mihemed Kurdî





Ziman ne tenê alava ragihandin û têgihiştina di navbera mirovan de ye, di heman demê de xala herî girîng a netewan ji hev cuda dike jî her ziman bi xwe ye. Her wiha pîvana herî girîng û bingehîn a neteweyan ziman e. Ango ziman nasnameyeke neteweyî ye û hişmendiya neteweyî jî bi rêka zimanî ava dibe.

Ziman ji bo gelan nirxek neteweyî ye û heyînîyek zindî ye, heta ziman hebe, netewe jî dê hebe ger ziman tune bibe, netewe jî dê tune bibe. Dîsan z tixûbên neteweyan bi rêka zimanan diyar dibin, heke zimanê neteweyekê heta ku derê bê axaftin , tixûbê welatê wê neteweyê jî heta wê derê ye, ji lew re dikarin bibêjin parastina zimên, di heman demê de parastina welêt e jî.

Her netew xwediyê zimanekî ye, em Kurd jî xwedî zimanekî dêrîn û dewlemand in. Her çiqas zimanê me di aliyê nivîskî de bi pêşneketî be jî bi devkî heta roja me zindî maye. Li bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di fermiyetê de ji aliyê dagirkerên welatê me ve nayê naskirin û gelê me jî ev e sed sale  ji perwedehiya zimanê zikmakî bêpar hatiye hiştin. Ji ber wê jî li bakurê Kurdistanê pirsgirêkên ziman hîna dema ku zarok diçin dibistanê despê dikin.  Roja ku komara tirkiye hatiye avakirin heta nûke bi hemî hêza xwe  polîtîkayên bişaftinê yên herî qirêj û hovane li ser zimanên kurdî dide meşandin,  ji ber wê jî roj bi roj zimanê me dihele û winda dibe. Mixabin êdî kesên bi Kurdî diaxivin kêm dibin û yên tên bişaftin jî zêde dibin, ev e yeka jî dibe sedema tunebûna neteweya me.

2023-05-25

Mîrê Ribabê ango Miradê Kinê - Mihemed Kurdî




Gelek dengbêjên Kurdistanê yên navdar hene, bêgûman yek ji wan dengbêjên navdêr jî Miradê Kinê ye. Miradê Kinê di sala 1941ê de li gundê Gêra Cehferê yê li herêma Torê hatiye dinê. Ji ber ku ji dayika Mirado re digotin "kinê", ew jî bi vî navî( Miradê Kinê) dihate naskirin. Di malbata Mirado de gelek dengbêjên hêja hebûne, ji lew re Mirad di piçûkatiya xwe de ji bavê xwe û ji apê xwe hînî ribab, çîrok û sitranên Kurdî dibe û dema digêje bîst saliya xwe dibe hunermendekî hêja yê sitran û ribabê. 
Piştî  derketina wî ya ji gund nav û dengê wî li herêmên wek Mêrdîn, Sêrt, Êlîh, Kerboran, Kercews, Nisêbîn, Mîdyad û li gelek deverên Kurdistanê yên din belav dibe. Ji ber ku şêweya sitranên Mirado ji yên dengbêjên din ên Kurd cudatir e, di dawet, şahî û şevbûhêrkên de eleqeyeke baş nîşanî wî didin. Civak gelekî hej ji dengê Mirado yê zelal û zîz dike. Her çi qas wê serdemê tomarkirina kasêtên Kurdî qedexe bû lê dîsan jî piştî salên heftê yî bi tomarkirina  kasêtan dengê Mirado li hemî kurdên li cihanê belav dibe û bi vî awayî gelek kes bi dengê Miradê Kinê dihesin. Êdî gelek kesan hêvî dikirin ku di şahî û dawetan de biçine ber deng û ribaba Mirado. Ji ber ku Mirado gelekî xweş li ribabê dide wek ”Mîrê Ribabê” jî dihate pênasekirin.

2018-01-01

Mihemed Kurdî kam o?/Miheme Kurdî Kî ye?



"Mihemed Kurdî serra 1991 de ameyo dinya. Mihemed  Mêrdîn de ciwîyeno la eslê xo de qezaya Cirnê Reş/Hîlwan ra yo. O sey xebatkar bi serran başûrê Kurdistanî de mendo û bi dîyalektanê Kurmanckî/Kirdaskî û Sorankî zî zaneno. Serra 2020 ra dima eleqeyê xo dano ziwanê Kurdkî ser û heta nika zaf maqale û nuşteyê ey kovaranê sey “Şewçila, Vate, Ma’z Êst” de, ancî roynameyanê sey; “Xwebûn, Azadiya Welat, inahawa keyepelanê sey “Zazakî News, Ajansa Welat, Înstûtîya Kurdî Li Stockholme” de bi dîyalîktanê Kirmanckî/Zazakî, Sorankî û Kurmanckî neşir bîyî û hema zî benê. Reyna mîyanê zaf xebatanê ziwanî de ca girewto û hema nika zî mîyanê çend komanê ziwan û wendişî de bi awayêko feal ca gêno û ancî dîyalekteta Kurmanckî de karê edîtorî û redaksîyonê kitaban keno. Ancî Mihemed Kurdî endamê sazîyê "Komeleya Wêjekarên Kurd" o."



Kitabê ci : 

Serebûtê Ma - weşanxaneyê Vateyî ra çap bîyo