Showing posts with label Zeyneb Sirnexi. Show all posts
Showing posts with label Zeyneb Sirnexi. Show all posts

2026-04-10

Serpêhatiya Strana Sînemê– Zeyneb Şirnexî





Strana Sînemê weke gelek stranên kurdî yên kevin (klasîk) xwedî çîrok û dîrokeke girîng û watedar e. Di dirêjahiya dîrokê de gelek stranên kurdî yên dengbêjiyê, li ser bûyerên weke şer, evîn, bêrîkirin, xerîbî, welatperwerî, lehengî û hwd. hatine gotin. Ji ber ku di serdemên kevin de piraniya kurdan, nexwenda û ne xwînerbûn yanî xwendin û nivîsandina wan tûne bû. Lewra bûyerên di nava wan de rû didan bi riya dengbêjiyê vediguhestin nivşên nû. Ev rêbaz hem weke nivîsandina dîrokê û hem jî weke amûraşvebirin û parastina ziman, çand, huner û kelepora kurdî dihat bikaranîn. Weke mînak; strana Ebabekirê Şekir Axa, li ser şerî ye. Strana Derwêşê Evdî û Edûlê li ser evînê ye. Strana Evdalê Zeynikê, Qulingo li ser xîzaniye hatiye gotin û gelek stranên din li ser mijarên cur bi cur hatine gotin.

2026-02-20

Tekoşîna Sê Jinên Dengbêj – Zeyneb Şirnexî





(Meryem Xan, Elmas Xan, Nesrîn Şêrwan)

Zeyneb Şirnexî

Di diroka şaristaniyê ya 5 hezar salan de zext û zor û pergala mêr û dewletê ya mêrperest êş û janên herî dijwar li jinan daye kişandin. Bi taybetî li navenda şaristaniyê ya cara pêşî azadiya jinan jê hatî stendin pêkutî û tundiyeke bêsînor li ser jinan hatiye pêkanîn. Bê gûman ji Îştarê heta bigihîje Leyla û Zîlanan li hember vê pergala dewletperest û mêrperest têkoşîneke bêhempa jî hatiye meşandin. Çawa ku tovê dewlet û mêrê serdest li cîhanê hatibe çandin û belavkirin her wiha li hember wê tovê berxwedan û serhildana jinan jî hatiye reşandin û çandin. Di serî de jinan li dijî dewleta desthilatdar ala berxwedanê hilda, piştre li dijî ol û oldarên xapîner berxwedana xwe domand. Hêj zilm û zora oldarên xapîner didomiya vê carê zilma axa, şêx û begên paşverû li ser jinan xwe da der. Bêgûman jinan û bi taybetî jinên kurd li hember van êrîşan jî serhildana xwe di asta jor de domandin. Lê pergala dewlet û mêrê serdest bi rê û rêbazên cuda tundî û dijwariya li ser jin û nirxên wê bênavber meşandin. Bes jinên berxwedêr ligel berdêlên giran jî tu caran serî li hember pergala desthilatdar netewandin. Herî dawî pergala kapîtalîst xwest jinan weke mal û meta bikar bîne û heta astekê gihîşt vê armancê. Lê hem li piraniya cîhanê hem jî bi taybetî li Kurdistanê îtîrazek dijwar û encamgir li hember vê pergalê derket holê.

Ji destpêka sedsala 20. û pê de li Kurdistanê têkoşîna jinan êdî bi rê û rêbazên cuda weke stêrka qurix derket ser dikê. Di hêla wêjeyê de kesayetên mîna Rihan Xanima Loristanî, Dayê Tewrêza Hewramanî, Lîza Xanim, Celale Xanima Loristanî, Mestûre Kurdistanî û gelek jinên din çiraya wêjeya kurdî geş kirin. Di hêla sîyaset û pêşengiya êl û eşîran de kesên weke Fatêreş, Zarîfe, Rindêxan û bi sedan kesayetên mîna Sarayan ji bo gel û civaka xwe bûne meşale û ronahî. Her wiha di hêla çekdarî û şervaniyê de kesayetên weke Bêrîtan, Avesta û Arînan pêşengiya berxwedan û azadiya jinan bi canê xwe temsîl kirin. Berî sed salan Leyla Bedirxan weke jineke kurd balerîntî kiriye û bûye sembola serdema xwe.