‘Ez kurd raketim ereb şiyar bûm’
Bûyer;
Bi navê Tahir kurdekî hemedanî ji bo ku îlm û îrfanê peyda bike û bibe serwerê heyînê û têbigihîje raza evînê berê xwe dide medreseyê.
Tahirê Hemedanî mirovek saf û dilpak e. Kî çi bibêje jê bawer dike. Wî bi dilpakiya xwe rêça xwe diyar kiriye û daxwaza wî bi tenê ew e ku wekî kurdekî dildarê zanyariyê û rêhevalê evînê bigihîje mexsed û miradên xwe.
Tahir diçe medreseyekê dixwaze li wir bi cih bibe. Li medreseyê şagirtên din jî hene û bi dilpakiya wî henekên xwe dikin û tu car jê hêvî nakin ku ew ê mirovekî şareza û xwedî îlm û îrfan jê derê. Lê ew şagirt dixwazin yarî û henekên xwe pê bikin.
Tahir ji şagirtên der û dora xwe dipirse;
“Gelo ez ê bi çi awayî bikaribim bibim xwedî îlm û îrfan?”


