Showing posts with label War Botan. Show all posts
Showing posts with label War Botan. Show all posts

2026-06-11

Hişê çêkirî/AI û rastiya jiyanê - War Botan


 

Hişê çêkirî (Artificial Intelligence – AI) di jiyana me ya rojane de roleke mezin dilîze. Ji asîstanên dengî yên mîna Sîrî û Alexa bigire heta chatbotên mîna ChatGPT û Grok, ev teknolojî di warê agahdarî, alîkarî û sohbetê de gelek sûdewer in. Lê belê, tevî pêşketinên mezin, hişê çêkirî/AI hîn jî bi pirsgirêkên micid ên weke hevnegirtina mantiqî û şaşiyên di bersiv û sohbetan de rû bi rû dimîne. Armanca vê gotarê ew e ku em bizanibin bê ka AI çawa dixebite û çima car caran şaşiyan dike, da ku em bikaribin bi awayekî baştir pê re têkiliyê deynin û sûdê jê werbigirin.

Şaşiyên di bersiv û sohbetên AIê de

Hevnegirtina mantiqî di AIê de tê wê wateyê ku bersivên Alê yan jî sohbet bi awayekî li dijî qaîdeyên mantiqî yan jî rastiyên cîhanê ne. AI bi gelemperî li ser bingeha modelên fêrbûna makîneyê (machine learning) tên avakirin ku bi milyonan daneyan tên perwerdekirin. Lê belê, ev dane car caran şaş an ne temam in û ji ber ku makîne/model jî weke mirovan nafikire şaşiyên mantiqî peyda dibin. Bêguman, şaşiyên AIê ne tenê hevnegirtin in. Li jêr hin ji wan ên sereke tên ravekirin:

  1. Hallucinations (Xeyalên çêkirî): AI agahiyên şaş çêdike ku wekî rast xuya dikin. Mînak, ger bipirse, “Kî serokê Amerîkayê yê 45emîn e?”, AI dikare bibêje, “Donald Trump” e. Rast e lê ger li ser dîroka wî ya şaş bipirse, dikare agahiyên çêkirî bide, mîna “Ew di sala 2020an de miriye” ku ev agahî şaş e.

2025-11-07

Giyana Ziman û Kurtkirina Peyvan-War BOTAN

 


Her zîman weke gîyaneweran zindî ye û dema cihê jîna giyaneweran xera dibin êdî nikarîn li wir bijîn ango jiyana xwe ji dest didin. Her wisa dizê û ser xwe ve zêde jî dike. Dema tiştekî nû tê afirandin, bivê nevê divê bê binavkirin û bi vî awayî bi xwe re navekî diafirîne. Ji ber  ziman xwedî giyan e, weke her giyanewerî/ê dema çêdibe/tê cîhanê heyama zarokatiyê, kamilbûnê, pîrbûnê û mirinê dikeve pêşiyê. Ji her zimanî re ev serdemên wiha, ne weke hev dirêj an jî kurt in. Her ziman li gorî hişmendî û temenê civaka ew afirandî wan heyaman kurt an jî dirêj dijî.

Zimanên xurt dikarin di derfetên heyî de, li gorî dem û hewcedariyên xwe biguherin. Carinan bi zanebûn û zêdetîr jî bêyî haya mirovan jê hebe diguherin an jî kurt dibin. Guherîn dibe ku erênî be dibe ku jî neyînî. Tişta başî yan jî nebaşiya guherînê diyar dike, hiş û têgihaştina civaka karênerên ziman e.

Ne nijadperezî, resenîparêzî…

Civaka xwedî hişmendiya neteweyî ya xurt gelek rê nade guherîna xizmetê ji bişaftina ziman re bike. Dizane ku stûneke stûr a netewebûnê ziman e û li gorî vê bergiriyê dike. Bi perwerdeya heralî (dibistan, bazar, çapemenî, kolan hwd) zimanê xwe dide parastin û dike zimanê her şaneya jiyanê. Ev parastin nayê wateya nêzikatî û hişmendiya ‘bes bila zimanê min be bila çêkirî yan jî tewşomewşo be, xem nake’. Dîrok şahid e ku ev nêzikatî ser neketiye. Di dîroka nêz de, tirkan bi vê hişmendiyê gelek peyvên eletewş afirandin û hema bêje piraniya wan di nav pêlên demê de xeniqîn. Lewra tişta ne nêzî rastiya xwe be nakeve binhiş û ser ziman. Mînak weke, bucakçark(tren), tayfaçeker(otobûs), gokgûr(uçak)… û bi sedan peyvên weke van. Ziman xwedî bejneke estetîk e lewra mirov nikare fîstanekî ne bi dilê civakê lê bike. Tişta wê dike giyan û rêzdariyê lê dide heqkirin jî civak e, ne kes an jî komek e.

2023-07-13

Çand û Kevneşopa Kurdan - War BOTAN

 

Ger nirxandina giranbihabûna tiştên jiyanî bê kirin, dê di vê pîvanê de çand di rêza pêşî de cih bigire, ji ber ku hemî şaristaniyên pêk hatine bi destxistiyên mirovahiyê yên çandî pêk hatine. Her çi qas dema îro peyva çandê tê bilêvkirin jî, di serê de bîra tiştên kevin ên daringî-maddi bên hişê mirov jî, ji bo rastiyê ev pênase gelek qels dimîne. Lewma zanyarek dibêje: ‘’Di pênaseya teng de çand, pêkhatina zêna (bîr) civakî, çarçova hizirkirina wê û zimanê wê be, wekî pênaseya berfireh jî çand, bi ser van ve zêdekirina destxistiyên daringî-maddî (hemû amûrên hewcedariyan pêk tînin, tişt afirandin, rêbazên veşartin û veguherîna xwarinê, têkilî, parastin, bawermendî û hemû amûrên spehîbûnê) tîne zimêm.’’ Bi kurtasî mirov dikare çandê weke, di afirandin û teşeya afirandinê de hemî destxistiyên sazîbûn û watedarkirina civakê pênase bike.
Derbarê girîngiya çandê ya di gelbûn, netewbûn û têkiliyên wan de J.Delaros dibêje, ‘’Şerên di demên pêş de, ji bilî bandora aborî û birdozî dê bi bandora çandan bên lidarxistin.’’ Nêrinên zanistan û pêşketinên li cîhanê (tixûbên bêwate, têkiliyên girêdayî berjewendiyan, taktîkên alîguhertinên demildest, teknolojî,…hwd) dide xuyakirin ku dê êdî di pîvanên qetbûn û yekbûnan de çandên gelan diyarker be.
Erdnîgarî û Çand
Li gorî şert û mercên demsalên erdnîgariya beşa Bakûr ya cîhanê: Başûr, germ û zuha ye û Bakûr jî bi sir û seqem e. Erdnîgariya ku di navbera seqem û germahiya zêde de maye ji jiyînê re erdnîgariya herî guncaw e. Rojhilata Navîn jî erdnîgariya di vê navberê de dimîne ye. Lewra di warê jiyanî de cihê herî guncaw e. Ev avantajî di afirandina çandeke pêşketî de bûye sedemeke diyarker û girîng. Her wiha ji ber ku cihwarekî navendî ye,  xwediyê wê avantajê ye ku kariye têkilî/ danûstandin bi gelên xwedî çandên cuda re jî bike .  Girêdayî vê destpêka civakîbûna çanda dewlemend jî  li Kurdistanê, li derdora rêzeçiyayên Zagrosan pêk hatiye.  Navê xwe “Kevana Zêrîn jî “ ji ber vê guncawiya jiyînê girtiye. Her çi qas vê dewlemendiya xwezayî ev erdnîgarî kiribe îstasyona gelên koçber jî, Proto-Kurdên (Arî) ne koçber, niştecihên vê erdnîgariyê ne. Cihê Rojhilata Navîn a navendî û dewlemendiya erdnîgariya wê, gelek caran di dîrokê de bûye sedema erîşên gel û komên cuda. Kurdên ku bi van êrîşan re  rû bi rû mane , her tim xwe spartine çiyan. Bi zêdebûna hejmara êrîşan re Kurd piranî li çiyayan bûne niştecih. Hebûna xwe, bi xwespartina çiyan xwe parastîne û xwe wekî qewmeke çiyayî dihesibînin.

2018-01-03

War Botan Kî ye ?


40 salî û babê 3 zarokan e. Ji Bajarokê Gundikê Melî(Balveren Beldesi) yê girêdayî navenda Şirnexê ye. Li zanîngeha Agirî Mastera/YL a Parastina Kar Qedandiye. Weke hevserokê avakar di Komeleya Xwendekarên Şirnex de du heyaman xebat meşandiye. Di Kurdî-Dera Şirnexê de Rêveberî-xwendekarî û mamostetî kiriye.