2026-08-01
Şadiya Rojbûna Min-Kamran Simo Hedilî
2026-01-11
Pirs û bersivên dayîka Nûjen-Kamran Simo Hedilî
- Tu yê li ser Sakîne, tiştekî bêjî kurê min?
Dayîka wî Sekîne ji zîndana Amedê nas dikir û jê hez dikir. Li serdema Sekîne di zînadan Amedê de, du birayên Nûjen jî li wê dojeha bi nav girtîgehê, girtîne. Li wir dayîka wî û Sakîne dibin şirîkên êşên dojeha generalan. Li nav wan mercan, dibin mîna dayîk û keçê ji hev re. Nûjen hizirî dê dilê dayîka xwe xweş bike û got.
- Erê yadê, li nav yên biaxivin navê min jî nivîsandin.
Dayîka wî bi wateya bersiva wî biçûk bibîne serê xwe bi jêr û jor ve hejand. Lê mêze kir û bi dengekî xemgînî jê dipalî axaft.
- Hûn çend kes biaxivin jî, hûnê nikaribin meznatiya Sakîne û esîrên din yên bi wê re girtî bêjin. Hûn ê çawa, şevên bajarê Diyarbekir bêdeng dibû û qêrînên wan yên bajarî ji xew hişyar dikirin bêjî? Sal derbas bûne, lê hê ew qêrîn û nalîn di guhên min de olan didin kurê min.
2025-11-25
3-Wêje û ziman-Kamran Simo Hedilî
Gelo çawa wêjenivîs û wêjevan hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin? Bi awayekî din bipirsim, çawa dikarin xwendevan û temeşevanên xwe, bikin şirîkên hest û ramanên xwe? Pirseke din, zimanê ku berhemên wêjeyî pê têne nivîsandin û zimanê wêje çi bandorê li hev dikin?
Ji bona bersiva van pirsan rast were dayîn,
Ji bona bersiva van pirsan rast were dayîn, pêwîst e mirov pêşî li dema kesên berhemên wêjeyî dixwînin, temaşe dikin, an jî guhdar dikin, li rewşa wan a derûnî binêre. Ya duyemîn, têgihîn, nêrîn, çavderî, awayê xeyalanîna ziman û bi hêzbûna derbirînê hesab bike.
Ya sêyemîn, bikaranîna zanîna ziman di berhemên wêjeyî de ye. Heke mirov van mercan hemû li ber çavan bigire û bi cih bîne, di nirxandina xwe de mirov dikarê tabloyeke serkeftî peşkeş bike.
2025-10-06
Wêje – Kamran Simo Hedilî
Ji hunera bûyeran, raman, hest û xeyalan bi awayekî spehî(estetîkî) bi riya ziman hatî derbirînkirin re wêje tê gotin.
Wêjevan an wêjenivîs her dem dixwazin tenêtî, evîn, keder, tengasî, nefret, hezkirin, hest û xeyalên mirov bidine nasandin. Ji ber mijara wêjeyê mirov û jiyan e. Dixwazin aliyên mirovên baş û nebaş, rast û şaş, rind û xirab derxine holê.
Heta ji wêjenivîsan tê hevpariya çarenivîs û giyanên mirovan îzah dikin. Wan bi hev didin naskirin û wêjeya xwe dikine amûra hevnaskirina wan. Bi vê xisletê wêje cîhanî ye. Lê nayêwê wateyê cudatî di navbera wêjeyên civak û netewan de tune ye. Her gel li gorî jiyana xwe ya civakî, aborî û siyasî çand û wêjeya xwe diafirîne.
Wêjehez bi riya rêkûpêkkirin û xweşikkirina peyvan derd, kul, keser, şadî û xweşiyên xwe tînin ziman. Raman, hêvî û xeyalên xwe bi peyvên spehî dixemlînin û pêşkeş dikin.
Wêje ne ew e ku tenê tiştên hatine nivisîn derxe pêş. Her wiha ji tiştên nenivisî re jî wêje tê gotin. Wêjeya nivîsandî û wêjeya devkî, dibin du beş.
Li nav gelek gelên hê jî negihiştine serxwebûna xwe, wêjeya devkî li pêşiya wêjeya nivîsandî ye. Wêjeya hemû gelên cîhanê bi wêjeya devkî destpêkiriye û piştre hatiye nivîsandin.
Bi guhartin û xwenûkirina jiyana mirov û neteweyan re wêje jî formên nû digire û xwe nû dike. Ez dikarim bêjim wêjeya neteweyan neynika (awêna) netewe û gelan e. Weke mînak, mirov di gelek sitranên sedsalên bihurî yên kurdan de evîna di navbera evîndarên olcuda de dibîne. Mirov di nav sitran û çîrokên wê demê de dibînê gelên cuda li Kurdîstanê bi hev re jiyane û têkiliyên wan ên civakî bi hev re hebûne. Van têkiliyan kiriye ciwanên olcuda bûna evîndarên hev. Mînak, sitrana Matran Îsa, ya evîna Meyrema xiristiyan û Eliyê misilman tîne ziman. Ya din Derwêş Evdiyê êzdî û Edula misilman. An jî sitrana Kirîvo ya evîna keçika êzdî û kurikê misilman tine ziman. Weke van sitranan bi dehan sitran hene jiyana hevbêş ya kurd, sûryan, ermenî, misilman, êzdî, sûnî û elewiyan nîşanî me didin.
Tiştekî dinê îro em li nav wêjeya kurdî nabînin, ew e, sitran û çîrokên bi giranî şerên êlan anîne ziman in. Ew sitran li ser şerên êl û bavikan e, li ser şerên xal û xwarzêyan e, yên li ser şerên hevşêlandin û rêbirîna hev, em îro wan nabihîzin.
Em li sirûda kurdan a neteweyî Ey Raqîb binêrin, em ê baştir xwe nûkirin û guhêrîna wêjeyê bibînin.
´´Ey reqîb her maye qewmê kurdziman
Naşikê û danayê topê zeman.
Kes nebê kurd dimirin kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.´´
2025-04-04
Newroz û Kurd – Kamran Simo Hedilî
Kurd û Newroz, du nav in bi hev re tên bîra mirov. Dema navê Newrozê tê gotin, kurd têne bîra mirov. Her wisa dema wêrekî û lehengiya kurdan tê gotin, berxwedana lehengên Newrozan tê bîra mirov. Ne kurd bê Newroz dibin û ne jî Newroz bê kurdan dibe. Newroz germiya dilê kurdan e û hestên neteweyiya wan e.
Kîjan gel Newrozê çawa dibîne û çawa pîroz dike, bila bike. Lê gelê kurd Newrozê bi agirê berxwedanê pîroz dike. Bi hezar salan e, kurdan ev roj ji xwe re kiriye cejna yekîtiyê û serkeftinê.
Newroz tekane cejn e li nav hemû kurdan tê pîrozkirin. Kurd ji kîjan olê û ji kîjan zaravayê dibin bila bibin, Newrozê weke cejna xwe dibînin. Li ku bijîn bila bijîn, coş û kelecana Newrozê di nava xwe de hîs dikin.
Ji ber wê ye dijminên kurdan ji vî giyanê yekîtiyê tirsiyane û heta ji destên wan hatiye pîrozkirina Newrozê qedexe kirine. Lê kurdan jî her ew pîrozkirine û dikin.
Li ba kurdan Newroz strana serkeftinê û şîniya xeyalên Sîmirên çiyayî ye. Nerwroz dengbêjiya mirinê vedigerîne jînê ye. Li gel kurdan Newroz herifandina dîwarê virên asê ye. Cejna kuştina ejdeharê heftserî ye. Roja berxwedana xweşikiyê, reng û dengê rûmeta hevbeş e.
Neyarên ronahî û xweşiyê xwestin wê bi kurdan bidin jibîrkirin. Lê her carê kurdan bi pêşengiya pakrewanên bûne stêrkên bêgor, bêgiyan Newroz kirin tav û rûyê gulan pê germ kirin. Tariya dil û mêjiyê kurdan dîl girtî, parçe kirine û kenê tifaqê li qadan deng vedaye.
2025-03-05
Helbestvan Feylezofê Hest, Xeyal, Xewn û Ramanên Xwe ne -Kamran Simo Hedilî
Helbestvan Feylezofê Hest, Xeyal, Xewn û Ramanên Xwe ne
Helbestvanên hest û ramanan bi hostatî di nav tevna helbestê de dihûnin û digihine felsefeya helbestvaniya xwe. Bêyî wê ne pêkan e, helbestvan li hola helbestvaniyê karibin xweş bileyîzin. Ne pêkan e, karibin helbestên ji civakê re bibin ronahiya pêşxistinê binivîsin. Li vir mebesta min û tiştê dixwazim bêjim, helbestvanên helbestên wan sînorên welat û serdeman nas nakin, helbestên wan bi hezaran salan têne xwendin û ji helbestvanên her serdemê re dibin çavkaniya hûnandina helbestê ye. Ne helbestvanên, helbestên wan di demeke kin de têne jibîrkirin in. Hin kes dikarin helbestê bi wî awayî binivîsin, lê helbestên wan dê ne helbestên bi sedsalan werin xwendin bin.
Alfred de Musset dibêje; ”Welatê hunermendên mezin tune ye.”
Helbestvan cîhanê welatê xwe dizanin, xwe erkdar dibînin hemû astengiyên li pêş pêşveçûna mirovahiyê dibin asteng, aşkere bikin. Hatina mirovahiyê ya herî pîroz di şikandina çemberên teng de dibînin.
2024-05-09
Kela Memê- Kamran Simo Hedilî
Kêla Memê
Roja em ji bajêr derketin, li gundê pêşiya me dest bi xebata siyasî kirî ji me re hate gotin, ”çiyayên vî welatî hemû xwediyên destan û serpêhatiyên navdar in û gelek çîrokên cuda li ser wan hatine gotin. Li gorî cih, bedewî û bilindiya çiyan çîrokbêjan, çîrokên wan gotine. Ev çîrok û serpêhatî her nifşî ji yên paş xwe re gotine û ji wan hatiye bawerkirin. Hin ji wan bûyerên evînê ne, hin yên wêrekî û lehengiyê ne.”
Çiyayê Kêla Memê jî yek ji wan çiyayê xwedî serpêhatî ye. Kêla Memê bi bilindahiya xwe ya çar hezar metreyî, ji dûr ve heybeta xwe nîşanî mirov dide. Bi latên xwe yên bilind û asê bi sarîncên xwe yên xwezayî yên salê duwanzdeh mehan berf di wan de dimîne, navdar e. Bi bayê xwe yê sar bi zozan û mêrgên xwe yên xeyalên şivan û bêrîvanan dixemlîne, serokê çiyayê li herêma Botanê ye. Bi hezaran cûreyên gul û kulîlkan lê şîn dibin. Bi hezaran gul û kulîlkên navcuda û bêhnxweş, şeş mehan Kêla Memê dixemilînin. Li werzê biharê firende çêjikan ji hêlînan difirînin. Ajelên kovî li nav hebûna bi bereket çêlîkên xwe mezin dikin. Kêla Memê bi dilovaniya dayîkekê mirovan pêşewaz dike. Lê ev dilgermî ne li pêşberî yên li dijî qanûnê xwezayê derdikevin e. Li hemberî kesên li dijî qanûnên wî û xwezayê derdikevin pir dilsar û ne dilovan e.
2023-10-24
Hevkariya Helbest û Felsefeyê -Kamran Simo Hedilî
HEVKARIYA HELBEST Û FELSEFE
Ez ê bi pirsa, helbest û felsefe çi ne, dest bi mijara têkiliya di navbera wan de bikim.
Lê heta roja me, pênaseyek neyê guhertin ji bona herduyan jî nehatiye kirin. Hemû felsefehez û helbesthezan pênaseyên cuda kirine. Her yekî/ an yekê li gor nêrînên xwe pênasîn kirine. Bê çawa feylezofan felsefeyên xwe li ser babetên cuda sazkirine, pênaseyên cuda jî hatine kirin. Her wisa gelek pênaseyên helbestê yên cuda jî hene û hê jî têne kirin. Ji ber vê yekê ye ne pênaseyeke felsefhez hemû li ser wê li hev bikin heye û ne jî pênaseyeke helbestê ya bi tenê heye. Mînak; çend helbestvan di heman kêliyê de bi hev re li yek dîmenê xwezayê binêrin jî, dîmenê dibînin dê di helbestên xwe de cuda teswîr bikin. Her yek ji wan dê li gorî rewşa xwe ya derûnî û daxwaza xwe teswîra dîmenê dibînin bikin. Bi vî awayî helbestên wan dê ji hev cuda bin û pênaseyên helbestên wan jî dê cuda bin.
Belkî mirov dikare bi çend mînakan pênaseya felsefê bike, lê pênasîna helbestê ne pêkan e.
Ji ber vê teybetmendiya helbestê ye, tê gotin ‘‘helbesta bi mentiqê hatî nivîsandin û ya bê mentiq jî hatî nivîsandin helbest e.’’ Yanî helbest bêyî mebest û felsefe bi tenê bi hin gotinên xweş jî tê nivîsandin. Lê ew helbest weke helbestên xwedî mebest binirx nabin û temendirêj najî.
Ez ê, bi çend pênasînên bi piranî helbesthez û felsefhez li ser wan nêzîkî hev hizirîn e, dest bi pênasînan bikim.
2018-01-01
Kamran Simo Hedilî Kî ye?
Kamran Simo Hedilî; di Sibata 1955an de li gundê Hedilê yê bi ser navça Hezexê ve hate dinyayê. Di zaroktiya Kamran Simo Hedilî de malbat, mala xwe bar dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikeve nav tevgera azadiya Kurdistanê. Ji ber kar û xebatên wî yên siyasî û şoreşgerî ji terefî Dewlata Tirk ve du caran tê girtin û di çerxa êşkenceyên êşkencekarên dewletê re derbas dibe. Di cûnta eskerî ya 12ê Îlona 1980î de bi hevalên xwe re derbasî rojavayê Kurdistanê û Lubnanê dibe. Xebata xwe ya siyasî li rojavayê Kurdistanê didomîne. Li wir jî gelek caran ji terefî Dewlata Surî ve tê girtin. Ji rojavayê Kurdistanê derbasî başûr û rojhilatê Kurdistanê dibe. Li rojhilatê Kurdistanê ji terefî Dewlata Îranê ve jî tê girtin. Her sê dewletên Kurdistanê di bin destên xwe de digirin, wî digirin û zilma xwe nîşan didin. Kamran Simo Hedilî di amadekarî û xabata 15ê Tebaxa 1984an a çekdarî de cih digire û ji nû ve di tevgerkirina gel de li bakurê Kurdistanê cihê xwe digire. Ew, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swedê ye, endamê Pena Kurd a Navnetewî ye û endamê Kongira Netewî ya Kurdistanê KNKê ye. Serokatiya Înstutiya Kurdî li Stockholmê kiriye. Ji 1982an ve dinivîse. Kurteçîrok, helbest, destan û lêkolînên wî di gelek rojname, kovar û malperan de hatine weşandin.
Berhemdarî: Civata Giyanan [Kurteçîrok]
Serpêhatiyên Winda (Kurteçîrok)
Helbest Çi Ye [Lêkolîn]
Lorîna Pênûsê [Helbest]
Ji Enfalê Şeveke Bê Sibeh [Helbest]
Min Deng Kuştin [Helbest]
Kîjan Kulîlk Çavên Te Ne [Helbest]
Berbanga Êvara Mirî [helbest]
Dilopên lal [Helbest]
Sebra Gamasî, [Helbest]
Bablîsok [Roman]
Pêxemberê Jibîrçûyî MANÎ [Roman]
Qêrîneke Bêdeng RINDÊXAN [Roman]
Pêjna Baranê [Roman]
Qolincên Nûjiyanê, Gulhez û Berxikê Yadê [Roman]
Bazbenda Dayê, (roman)






