Di çanda kurdan de simbêl ne tenê hêmanek dîtbarî yê li ser lêvên mêran e; ew sembola nasname, rûmet û nîşaneya aîdiyeta civakbûnê ye. Simbêlê li ser rûyê mêrên kurd bi sedên salan weke zimanek bêpeyv hatiye dîtin û bi wî awayî bikar hatiye. Lewre nêzîkatî, temenê kesan, nêrîna polîtîk û heta statuya wan a civakî jî aniye zimên. Dirêjiyahî, stûrbûn, ziravbûn, baldarî û lênêrîna simbêlan; carinan nasnameya êl û eşîrê, carinan jî cudahiyên çînî û ruhê berxwedêrî yê kes û civakan dide nîşandan. Ev gotar dê wateya simbêl a çandî ya di nava kurdan de, bingeha wî ya dîrokî û cihê wî yê di hişê civakê de bigire dest û ji „nîşaneya mêritiyê/zilamtiyê“ wêdetir wê bê hewldan ka simbêl ji bo kurdan çawa bûye sembolek çandî.
2026-08-19
2026-08-03
NIJDE Û ŞIVANÊN BIÇÛK-Bahadîn Robar
Pezê me li terezina palê pêşberî Newala Şîvşîlêrê diçêriya. Demsal havîn bû lê belê zozanê ku em lê pir bilind û li gir û bilindahiyên wî keviyên berfê pir bûn. Tehtireşê, Şêxler û Çiyayê Kurê Nazo ji berfê spî dikirin. Giyayê Newala Kumir, Mexelê Mêrgê, Çala Aringê û Stenga Girê Hêlizî digihaşt heta navika mirov. Dema çavê tavê winda dibû te digot qey meha kanûnê ye. Ji sir û seqemê recif diket hinavê mirov. Lewre hewa gelek sar bû. Her yek ji me kulavek naylonkirî li nav milê me bû. Em zarokên zozanan bûn û me pir ji gul giyayên zozanan hez dikir. Lê ji bo şivaniyê em pir biçûk bûn. Me şivanî bi goyî yanî bi dorê dikir. Dildar jî kesek pir jêhatî bû lewre hê di temenê xwe yê 10 salî de şivanî dikir. Heçiyê şivanî bikira malbatê pir ji wan hez dikir, lewre min û dildar bi dildarî şivanî dikir.
2026-04-06
Romana ”BAZBENDA DAYÊ” – Bahadîn Robar
Çarçoveya Dîrokî û Veguherîna Şoreşgerî ye.
2026-03-06
Bisk û Kezî – Bahadîn Robar
Bisk û kezî ji bo jinên kurd sembol û nîşaneya jinbûn, xweşikbûn, ciwanî û hijxwekirinê ne. Her wiha bisk û kezî hêmanên herî girîng ên xemilandin û xwexweşikirinê yên ji laşê jinan bixwe ne. Ligel vê ji bo jinan hem sembola rûmetê û hem jî ya berxwedanê ne. Kezî di çanda kurdan de weke serbilindî, jixwebawerbûn û jixweqayîlbûnê jî tê nirxandin û pênasekirin. Lewre di gelek stran û helbestên hunermend, helbestkaran de û di gotar û çîrokên gelêrî yên kurdan de weke nîşaneya azadî û girêdana bi çandê ve hatine pênasekirin.
Bisk û kezî di çanda kurdan a manewî de xwediyê wate û nirxek mezin û pîroz in. Di nav kurdan de dema kesek ji hêla piştê ve pora (pirç) xwe dirêj bike an jî bihone (mîna werîsan li hev honandin) jê re kezî tê gotin. Bes heke ji hêla pêş ve por bê dirêjkirin an jî honandin jê re bisk tê gotin. Cureyeki din jî ku ez ê di vir de qalê bikim ‘gulî’ ye. Dema kesek li ser eniya xwe pora xwe dirêj bike, li hev ba bide, ber bi rastê ve yan jî ber bi çepê ve ba bide yanî duta bike, her wiha badan û şekirina paş ve an jî ber bi jor ve ji bilindkirin û komkirina wê re gulî tê gotin. Dema ez behsa bisk û keziyan dikim bila bê zanîn ku di heman demê de ez behsa guliyan jî dikim. Vêca li gorî reng û cureyên honandinê navên cuda li xwediyên gulî, bisk û keziyan tên kirin. Mînak: Gulîreş, gulîsor, gulîzer, gulîkêl, gulîxwar, gulîbadayî, gulîgimşik, gulîgij, gulîxelek û her wiha ji bo kezîyan jî pênaseyên weke; kezîzer, kezîsor, kezîreş, çilkezî, kezîzêr, kezîmezin, kezîdirêj û hwd. Dîsa biskbitêl, biskbadayî, biskgustîlok, biskkevan û hwd. tê gotin. Yanî gulî, bisk û kezî weke nasnav dibin nîşaneya nasîna jinan.
2025-10-19
Çêkirina Kulavan – Bahadîn ROBAR
Kulav, ev heyber e ku ji hirî û livayê hatî çêkirin a berê gel û bi taybetî koçer û gundiyan li şûna merşik, berik, mehfûr û hwd. li nava malên xwe radixistin. Beriya ku em qala kêrhatin û girîngiya wî bikin em ê pêvajoya çêkirina wî vebêjin. Lewre divê em di serî de bidin xuyakirin ku hirî yan jî liva ji ku tê û çawa dibe kulav. Her wiha em ê cudahiya ”hirî” û ”liva”yê jî bibêjin.
Hirî, pûrta pezê mêşin e, ango pûrta mih û beranan e. Li gorî rêgez û pîvanên sewalkariyê di hundirê salekê de careke pez tên qusandin. Lewre li herêma Botanê ji berî ku koçer ber bi zozanan ve bi rê kevin, di meha gulanê de hiriya pezên xwe diqusînin. Bi gelemperî qusandina hiriya keriyê pezî di heman rojê, yan jî di heman demê de pêk tê. Ji ber pez hemû pev re tê qusandin jê re ”pezbir” an jî ”cewêzî” tê gotin. Pîraniya şivanan ji berî pezbirê keriyê pezê xwe dibin ber gol an jî çemekî û yek bi yek pezên xwe diavêjin nava avê û şivanek hiriya wan di avê de dişo. Armanc ew e ku hirî hem di qusandinê de hêsan be û hem ji bo bikaranîna tişt pê bên çêkirin rihet be. Piştî şûştina pezî qediya, roja din êdî cewêzî/pezbir dest pê dike.
Ji pûrta berxên 5-6 mehî re ”liva” tê gotin. Tayên livayê ji yên hiriyê kintir in. Herwiha liva ji hiriyê paqijtir e. Ji qusandina pûrta berxan re jî ”berxbir” û tê gotin. Jixwe navê giştî weke me li jor jî gotî ”cewêzî” ye. Berxbir bi gelemperî di tîrmehê tê kirin. Rojekê ji berî berxbirê berx jî weke mih û beranan di aveke boş de tên şûştin.
2025-10-02
Şivanî (Şivanên Kurd)- Bahdîn Robar
Di zimanê kurdî de ji kesên berevanî, çavdêrî û parastina pezî (mih, bizin û ajalên weke wan) dikin re ‘şivan’ tê gotin. Peyva şivan ji du kîteyan pêk tê. Di zimanê kurdiya kevin/avestayî de peyva şivan weke ‘’fşûpane’’ di pehlewiya kevin de ‘şupan û şpan’ e. Di zimanê almanî de ‘’Schafhirte’’ ye. Di piraniya zimanên Hînd-Ewropî, di farisî de ’çûban’, û di forma kevintirîn de ‘şoban’, di ermenkî de ‘ç’oban’, di hîndûyî de ‘çûpan’ di belûcî de ‘şibank’ û hwd. e. Di zaravayên zimanê kurdî de jî, bi soranî ‘şiwan’, bi şêxbizinî ‘şuwan’, bi zazakî û hewramî ‘şiwane’ ye. Ji hemû zarava û zimanên Hînd-Ewropî diyar dibe ku kok û raya peyvê ji heman jêderkê derketiye û ew jî xwe dispêre erdnîgariya Kurdistanê ku cara yekem pez/terş lê hatî xwedîkirin.
Di dîroka mirovahiyê de cara yekem di serdema neolîtîkê de li Çiyayên Zagrosan, yanî di Kevana Zêrîn de pez hatiye kedîkirin û xwedîkirin. Weke tê zanîn kevana Zêrîn Kurdistana îroyîn e. Ev jî tê wateya ku gelê cara yekem (ji bo vê peyva pêşîn pêşniyar dikim) pez xwedî kirî û şivanî kirî pêşiyên kurdan in. Di destpêka civaka xwezayî de karê şivaniyê karekî pîroz bû. Ji ber ku xwedîkirina pezî ji gelek hêlan ve kêrî karê wan dihat. Şîr û goştê pezî dihat xwarin û vexwarin, ji hiriya pezî cil û berg û nivîn dihatin çêkirin, herwiha ji kevilê wan ango ji eyarê pezî jî gelek tiştên weke pêlav, sermil, amûrên avê û hwd. dihatin çêkirin.
Di dîroka olên semavî de jî şivanî cihekî gelek girîng digire. Di pirtûka pîroz a cihûyan Tewratê de tê gotin ku gelek pêxemberan şivanî kiriye. Jixwe em dizanin hz. Mûsa jî dema ji Misirê revî û çû Medyenê li wir şivanî kir. Di Încîlê beşa Lukayê de (2:8-20) dibêje jidayîkbûna Îsa pêşî ji şivanan re weke mizgînî hatiye ragihandin. Di Îslamê de jî şivanî cihekî girîng digire. Hz. Muhamed di hedîseke xwe de (Buharî, Îcare, 2) dibêje; tu pêxember nemane ku şivanî nekiribin. Her wiha hz. Muhemed li ser pirsekê dibêje; min demekê di pêşberî diravan de şivanî kir.
2018-01-02
Bahadîn Robar Kî ye ?
Bahadîn Robar di sala 1977’an de li gundê Robarê ya girêdayî Cizîrê ji dayîk bûye.. Di 6 saliya xwe de bavê wî koça dawî dike. Di sala 1986’an di nehsaliya xwe de ji bo dibistanê ji gundê xwe diçe Cizîrê li mala meta xwe û li wir dest bi dibistana seretayî dike. Di sala 1989’an de ji ber tundiyê dewletê malbata wî jî ji gund koçî Cizîrê dike. Ew ji ber sedemên aborî nikare xwendina xwe bedewam bike û ji bo debarê di karên cur be cur de dixebite. Di saola 1992’yan de bi rojnameya WELAT dest bi xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dike. Di sala 1994’an de ji ber tundiya dewletê careke din neçar dimîne ku ji Cizîrê koç bike. Vê carê mala xwe dibe Antalyayê. Piştî 4 salên li xerîbiyê ew dîsa vedigere Cizîrê. Piştî mala xwe dibe Cizîrê tevlî siyasetê dibe û di partiya Hadep û berdewamiyên wê de di rêveberî xebatê dike. Di sala 2007’an de ew ji ber sedemên siyasî te girtin û 8 mehan di zindanê de dimîne.




