2018-01-02

Bahadîn Robar Kî ye ?




Bahadîn Robar di sala 1977’an de li gundê Robarê ya girêdayî Cizîrê ji dayîk bûye.. Di 6 saliya xwe de bavê wî koça dawî dike. Di sala 1986’an di nehsaliya xwe de ji bo dibistanê ji gundê xwe diçe Cizîrê li mala meta xwe û li wir dest bi dibistana seretayî dike. Di sala 1989’an de ji ber tundiyê dewletê malbata wî jî ji gund koçî Cizîrê dike. Ew ji ber sedemên aborî nikare xwendina xwe bedewam bike û ji bo debarê di karên cur be cur de dixebite. Di saola 1992’yan de bi rojnameya WELAT dest bi xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dike. Di sala 1994’an de ji ber tundiya dewletê careke din neçar dimîne ku ji Cizîrê koç bike. Vê carê mala xwe dibe Antalyayê. Piştî 4 salên li xerîbiyê ew dîsa vedigere Cizîrê. Piştî mala xwe dibe Cizîrê tevlî siyasetê dibe û di partiya Hadep û berdewamiyên wê de di rêveberî xebatê dike. Di sala 2007’an de ew ji ber sedemên siyasî te girtin û 8 mehan di zindanê de dimîne.

Bahadîn Robar di sala 2008’an de dest bi xebatên li ser Zimanê kurdî dike û di 2009’an de ew û çend hevalên xwe şaxa komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya Cizîrê vedikin û ew weke serokê Komeleyê yê sazkar tê hilbijartin. Di sala 2011’an de dema ku ew serokê komeleyê bû careke din ji ber sedemên siyasî tê girtin û sê sal û nîvan di zindana Amedê de dimîne. Ew di tevahiya jiyana xwe de nêzî 40 caran ji ber sedemên siyasî hatiye binçavkirin û ji dehan zêdetir doz lê hatine vekirin. 2015’an dema ji zindanê derdikeve piştî demek kin şerê di navbera artêşa tirk û YPSê de yê li bajaran  mala wî tê şewitandin û hilweşandin. Di navbera salên 2017 û 2019’an de careke din tevlî xebatên siyasî dibe û di sala 2018’an de ji HDPê dibe namzetê parlamenterîyê yê Aydinê. Di sala 2019’an li Cizîrê tvî çend hevalan komelya Ziman û çandê (Birca Belek) dadimezirîne. Di heman salê de di rêveberiya Komeleya Nivîskarên Mezopotamya de erkê digire. Wî di gelek sazî û partiyên kurdan de rêvebrî û xebat kirine. Gelek gotar û nivîsên B.Robar di rojnameyên, Welat, Azadiya Welat, Welatê Me û kovarên W, Hawara Botan, Zar û Ziman, Depter, Destar, Kovara Huner, Kewar û Hinarê de hatine weşandin. Ji ber dewleta tirk cezayê zindanê lê birîye ew ji sala 2022’yan ve sirgûnê Elmanyayê bûye û li wir dijî. Herwiha ew endamê komîteya navenda Pena Kurd ya Elmanyayê û berdevkê koma helbestê ya Enstutiya Kurdî li Stockholmê ye.

BERHEM:

1-Cizre’de Sensiz, Helbest,1999 Mendeş yayınları

2-Ferhenga Botan, ferheng, 2013 – weşanên j&j

3-Dilopek ji Dîroka Zimanê Kurdî, lêkolîn, 2017 waşenên j&j

4-Birca Belek, helbest 2020 weşanên Ar

5- Antolojiya Dengbêjên Botanê, antolojî, 2021, Weşanên Ar

6- Ferhenga Botan Çapa Berfireh, ferheng, 2022 – weşanên j&J

1 comment: