40 salî û babê 3 zarokan e. Ji Bajarokê Gundikê Melî(Balveren Beldesi) yê girêdayî navenda Şirnexê ye. Li zanîngeha Agirî Mastera/YL a Parastina Kar Qedandiye. Weke hevserokê avakar di Komeleya Xwendekarên Şirnex de du heyaman xebat meşandiye. Di Kurdî-Dera Şirnexê de Rêveberî-xwendekarî û mamostetî kiriye. Ji ber xebatên siyasî demeke kurt(3 salan) maye girtîgehê de. Di girtîgehê de 2 pirtûk û broşûreke wergerandiye. Kurdî-Dera Wanê de xebitye û wegerkariya pirtûkeka helbestan a nivîskar Erdal Çolak a bi navê ''Ez Ne Ji Te Re Ji Xwe Re Mame Dereng'' kiriye(Tirkî-Kurdî). Piştî girtina Kurdî-Dera Wanê, mamostetiya Med-Derê kiriye û çend dewre onlîne perwerde daye.
Ji ber cezayê xwe yê hatî erêkirin neçar ma ku ji welat derke. Sala 2023 yê derbasî Ewropayê/almanya bûye. Li wir jî bi rêbazên onlîne girêdayî komeleya Med-derê perwerdeya ziman bi awayeke onlîne dide.
Li Almanya, Ji saziya li navnetewî tê nasîn(YEKMAL E.v) bi ketina ezmûna asta C1 ê sertîfîkaya Kurmancî stand. Endamê YMK û di rêveberiya komisyona ziman a Fed-Gelê de ye. Li Komeleye Çanda Kurdan, perwerdeya zimanê kurdî rû bi rû dide. Kar û xebatên weger û berhevkirina çand û kelepora Kurdan dike û helbestan dinivîse.
No comments:
Post a Comment