Wêje û huner di dîroka hemû gelan de neynika têkoşîna civakê û lêgerîna nasnameya neteweyan in. Hem qadeke hilberînî ye hem jî pêvajoyên afirandinê yên estetîk û di heman demê de hilgirê mêjiyê siyasî û dîrokî ye.
Mînaka Lêyla Ariç di rastiya şoreşa Rojava de derkete holê. Hemû cîhanê ew weke şervaneke YPJ ê nas kir ku li Reqayê li dijî DAIŞê şer kiriye. Her çiqas xêyalî be jî, bi riya vê fîlmê tevgera jinên kurd kesayetên îkonîk ên weke Arîn Mîrkan, Rojda Felat, Asya Ramazan Antar, di bîra dîrokê de nêzîkî rastiyê bûn.
Vê yekê jî hişt ku wêjerist di warê huner û wêjeyê de pirsên girîng ji xwe bipirsin; heke kesayeteke xeyalî bibe temsîla berxwedana rastiyê, wê demê kesayetên temsîlî yên wêje û hunerê jî dikarin werin hilberandin.
Şoreşa Rojava, di sala 2012an da bi pêşengiya kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) dest pê kir. Piştî şoreşê li rojavayê Kurdistanê di warê sîyasî û leşkerî de veguherînên mezin rû dan û her wiha di warê civakî û çandî de jî pêşkeftin û guhertinên radîkal ên mezin çêbûn. Yek ji armancên sereke yên vê şoreşê di nava civakê de avakirina hişmendiya neteweyî ye û ya dudan jî di qada giştî de veguherandina cihên jinan e. Rêveberiya nû ya li rojavayê Kurdistanê li ser bingeha paradîgmaya azadiya jinan ava bû. Di warê wêje û hunerê de gelek bandorên vê modela nû li ser jinan çêbûn û vê yekê jî hişt ku rola jinan di qada wêjeyê de bi pêş ve biçe.

