Heke babet kurdên zaza bin, bêgûman şer û nîqaşên giran jî pê re tên kirin. Vêca min jî nivîsandina vê mijarê ji bo xwe wek erkek netewî dît. Ez ê di nivîsara xwe de hewl bidim ku babetê û mebesta wê rave bikim.
Nîqaşên li ser kurdên zaza di van rojên dawiyê de dîsan ketine rojevê, bi taybet jî li ser çapemeniya civakî. Di derbarê babetê de hizrên cuda têne gotin, hindek alî dibêjin zaza ne kurd in û neteweyeke serbixwe û cuda ne, hindek dibêjin zazakî/kirdkî ne zaravayekî kurdî ye û zaza jî ne kurd in, hindek dibêjin zazakî/kirdkî zaravayekî kurdî ye û zaza jî her kurd in, hindek jî dibêjin zaza tirk in….. Her yek ji wan tiştekî ji bo xwe dibêjin.Roja ku komara Tirkiyeyê ava bûye heta nûke polîtikayên înkar û bişaftinê li ser zimanê kurdî dimeşîne. Komara Tirkiyeyê ne bes bi van polîtîakayan êrîşî zimanê me dike, di heman demê de ji bo ku yekitiya kurdan asteng bike, nîfaq û angaştên bêbinî dixe nava kurdan û dixwaze bi vê şêwazê kurdan ji nav bibe.
Yek ji wan angaştên komara tirk jî ew e ku dibêje ” Zaza ne kurd in”. Komara tirk, kurdên ku bi zaravayê kurmancî diaxivin wek ”Kûrt” bi nav kirine û zimanê wan jî wek ”Kûrtçe” binav kirine lê Kurdên ku bi zaravayê kirdkî/dimilkî/Kirmanckî diaxivin jî wek ”Zaza” bi nav kirine û zimanê wan jî wek ”Zazakî” binav kiriye. Komar dixwaze bi van angaştên xelet û bêbinî di nav Kurdên Kurmanc û Kurdên Zaza de aloziyan çêbike û bi vê armancê wan ji nav bibe. Mixabin gelek kes û aliyên Kurdî jî ji ber nezanî û ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî piştgirîyê didin van angaştên xelet û bêbinî yên komarê. Bi rastî jî ev angaşta gîhaştine asteke wisa ku êdî gelek kes û aliyan ev xeletiya hanê wek rastî pejirandiye.
Ji bo jiholêrakirina vê xereyê divê em Kurd hişyar bin û haj ji girîngiya vê babetê hebin. Heke em jî wek tirkan tenê ji zaravayê Kurmancî re bibêjin zimanê Kurdî, hingî em bi xwe dê bibin kujerê gel û ziman û pêşeroja welatê xwe. Divê her kes baş bizanibe Kirdkî/Zazakî ne zaravayê Kurmancî ye û Zaza /Kird jî ne Kurmanc in, lê Kirdkî/Kazakî jî û Kurmancî jî her du jî zaravayên zimanê Kurdî ne û Kird/Zaza jî û Kurmanc jî her du jî her Kurd in. Ango kurd ne tenê Kurmanc in û Kurdî jî ne tenê Kurmancî ye, bêguman bi qasî Kurmancan Zaza/Kird jî Kurd in û bi qasî zaravayê Kurmancî, zaravayê Zazakî/Kirdkî jî her Kurdî ye.
Rast e dibe ku îro ev herdu zaravayên Kurdî (Kirdkî û Kurmancî) ji hev dûr ketibin , ango dibe ku Kurdên bi herdu zaravayan diaxivin gelekî ji hevdu fêm nekin lê sedema dûrbûna herdu zaravayan jî ew e ku ew kes û karên dibêjin Zaza ne Kurd in, zêdetirî sed saliye herdu zarava înkar û qedexe kirine û ji mafê perwerdehiyê bêpar hiştine. Vêca ji ber hindê herdu zarava jî lewaz bûne, ketine ber pêlên bişaftinê. Ev yek jî bûye eger û sedema dûrketina herdu zaravayan ji hevûdu. An heke perwerdehî bi herdu zaravayan bihata dayîn, teqez dê herdu zarava jî nêzî hev bûbûn û bihatina standartkirin.
Kes û aliyên ku dibêjin zaza ne kurd in, gelo qest û mebestên wan bi van gotinan çi ne ? Heke bi rastî jî xema wan ziman be û di gotinên xwe de jî ji dil bin, nexwe bila Zazakî/Kirdkî bikin zimanê fermî yê perwerdehiyê, wê demê em jî dê piştevaniya wan bikin. Lê belê em baş dizanin ku ne Kurmancî û ne jî Zazakî xema komarê ye, ji xwe yê ku zêdetirî sed saliye ev ji hemû aliyan ve herdu zarava (Zazakî û Kurmancî) bêrûmet û asîmîle kiriye komar bi xwe ye. Ji lew re divê Kurd vê durûtiya romê bibînin û ji bo neyêne xapandin ti carî baweriya xwe bi wan û polîtîkayên wan ên qirêj neyînin.
Kurdên me yên ku bi zaravayê kirdkî/zazakî diaxivin bi piranî li bajarên wek Dêrsîm, Çewlîg, Amed, Elezîz, Riha, Semsûr, Erzîngan û Mûşê dijîn. Ew jî ji bo xwe navên cuda dibêjin. Hindek alî bi taybet aliyê Dêrsimê ji bo xwe dibêjin ”Kirmanc” û ji bo zaravayê xwe jî dibêjin ”Kirmanckî”, xelkê me yê aliyê Sêwreg û Çêrmûg jî ji bo xwe dibêjin ”Dimil” û ji zimanê xwe re jî dibêjin ”Dimilkî”, xelkê me yê rexê Motkî yê ji bo xwe dibêjin "Dimbil" û ji zimanê xwe re jî dibêjin "Dimbilkî" .
Lê belê em dikarin bibêjin piraniya gelê me ji xwe re dibêjin ”Kird” û ji zimanê xwe re jî dibêjin ”Kirdî/kirdkî”. Ji xwe navê yekemîn pirtûka kirdkî ya ku di sala 1899′ an de ji aliyê Ehmedê Xasî ve hatiye nivîsandin jî ”Mewlûda Kirdî” ye. Di van salên dawiyê de peyva ”Zaza” zêdetir deng daye. Li gor hindek lîkolîneran ” Zaza” navê êlekê ye, li gor hindekan navê zozanan e û li gor hindekan jî navê herêman e. Piraniya gelê me navê zaza li xwe nakin , lê belê tirk û Kurdên Kurmanc wî navîy (Zaza) li wan dikin.
Divê em hemû baş bizanibin şer û nîqaşên li ser vê babetê dê çi xêr û sûdê nedin gel û zimanê me, berovajî dê tenê sûdê bide neyar û kujerên gelê me. Ji xwe neyaran welatê me dabeş kirine û niha jî wek em hemî dizanin xetereya windabûnê li ser zaravayê Kurdkî heye, ji lew re niha ji nîqaşan zêdetir pêwîstiya zaravayê ma yê nazenîn (Zazakî/Kirdkî) bi parastin, ango bi axaftin, xwendin, nivîsandin û fêrkirinê heye. Ji ber wê jî divê em ji her demê bêtir hej hevbikin û ji her demê zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin.
Hêvî û daxwaza me ew e ku gelê me ji bo pêşeroja xwe guh nede van angaştên bêbinî. Dem ne dema van nîqaşan e, dem dema parastina ziman e û dem dema yekitiya kurdan e.
Mihemed Kurdî – Mêrdîn
23. 08. 2023
Emîl:mihemedkurdî47@gmail.com

No comments:
Post a Comment