2023-07-25

Sedemên Koçberiya Kurdan – Mihemed Kurdî




Sed sal berî niha Kurdistan bi rêkeftina ”Lozan”ê, ji aliyê dewletên emperyalîst ve hate perçekirin. Bi vê rêkeftina qirêj, li ser axa Kurdistanê tixûb hatin danîn û bi vî rengî kurd ji hev hatin belavkirin û dûrxistin.
Piştî dagirkeran Kurdistan dabeş kirin, vê carê ji bo misogerkirina deshilatdariya xwe ya li ser axa Kurdistanê çi şêweyên zilmê neman ku li ser serê gelê Kurd neceribandin. Dagirker ew qasî hov û xedar bûn çi caran li ser serê kurdan ferman, kuştin, jenosîd, komkujî kêm nedikirin. Dagirkerê her beşeke Kurdistanê,  ji yên beşên dîtir zêdetir Kurd dikuştin, mirov digot qey ev mêtîngerên hov ji bo kuştina kurdan ketine pêşbirkê. Ji ber ku dagirkeran hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava kiribûn, lewre hebûna kurdan jî ji bo xwe wek gef didîtin, ji ber wê jî ziman, nasname, çand, huner û her tiştên Kurdewarî qedexe dikirin. Gelê kurd jî li hember zilm û zordariya neyaran nerazîbûn û berxwedanên xwe nîşanî wan didan û carina jî li hember wan serî radikirin.
Gelo çima kurd jî ser axa xwe koç dikin ? 
Gelek sedmên vê pirsiyarê hene, wek hûn jî baş dizanin çi kes bê eger û sedem ji ser axa xwe bar nake û berê xwe nade  cihekî din ê biyanî. Kurdistanî jî gelek caran ji bo mafên xwe yên xwezayî û bingehîn li hev civiyane û ketina nava têkoşîna felatê. Lê ev hewldanên Kurdistaniyan bûne sedem ku dagirker tundîtiya xwe li ser wan zêdetir bikin.  Dagirkerên Kurdistanê paşê jî ji bo ku pêşiyê li berxwedan û rêxistinbûna Kurdan bigrin dest bi poltîkayên guhertina demografiya Kurdistanê kirin. Lewre ji bo ku kurd koç bikin her roj bacên nû û giran li Kurdan ferz kirin, ji bilî berjewendiyên xwe li Kurdistanê çi razemendiyên nekirin, çi derfetên kar li Kurdistanê nehiştin û xortên Kurdan bi darê zorê dibirin leşkeriyê . Vêca evan kiryar û reftarên hovane dibûn egera koçberbûna Kurdan bo dewletên rojavayî. Ango Kurd gelek caran ji bo xwe ji mirinê rizgar bikin û wek mirovan bijîn neçar diman ku ji Kurdistanê bar bikin.
Helbet dagirkeran ne tenê ji aliyê darayî ve şerê Kurdan dikir, di heman demê de ji aliyê çandî, leşkerî, siyasî û derûnî de jî şerê Kurdan dikirin. Bi kurt û Kurmancî dagirkeran dû rêk deynabûn pêş Kurdan an hûn ê ji bo me bîat bikin an jî hûn ê ji vî warî bar bikin. Ji bilî van her du rêkan çi mafê din ê Kurdan tune bû. Lewre her sal bi deh hezaran kurd  ji bo ewlehiya jiyana xwe qesta Ewropa û dewletên rojava dikirin. Rêkên çûyina Ewropa gelekî metirsdar bûn lê dîsan jî Kurdan ewan rêkên xeternak ji zilm û zordariyên dagirkeran ewletir didîtin. Li seranserê Kurdistanê rewş bi heman şêweyê bû. 
Gelo ev koçberbûna kurdan dê bandoreke çawa li Kurdistanê bike ?
Helbet koçkirina Kurdan yek jî polîtîkayên qirêj ên dagirkerên Kurdistanê ye. Mebest û qesta dagirkeran bi van polîtîkayên qirêj ew e ku demografiya Kurdistanê biguherînin û Kurdistanê ji Kurdan vala bikin û paşê jî li cihê wan gelên dinên ku bîata wan dikin bi cih bikin. Lewre ji bo bigihîjin mebesta xwe her roj guvaşên li ser kurdan zêdetir dikin. Biçûyîna her kurdekî/ê re destên neyaran xûrtir dibin û yên kurdan jî lawaztir dibin. Mixabin encamên van koçan bandorên gelekî neyînî li pêşeroja Kurdsitanê dikin.
Pêşiyên me rewşa kurdan a vê gavê wiha şîrovekirine :”Dayika xelkê nabe dayika mirov û welatê xelkê jî nabe welatê mirov.” Lewre divê em baş bizanibin dayika me Kurdan tenê Kurdistan e, ne welatekî din e û ne hewce ye jî em ji bo xwe li dayikeke din bigerin. Divê em ji bîr nekin dayik dema ku tên jibîrkirin dimirin. Lewre divê em vê îxanetê li dayika xwe nekin. Ji ber vê yekê divê kurdên li Kurdistanê axa xwe nehêlin û xwedî lê derkevin û  yên li derve jî bizîvirin bo Kurdistanê û ji bo felatiya wê bixebitin. An heke em hemû  Kurdistanê bihêlin û  koç bikin, dê Kurdistan heta heta yê ji bo neyaran bimîne. Ji bîrnekin bes me Kurdistanek heye, heke ew tune bibe, ji xwe em kurd jî tune dibin.
Belê bi rastî jî ev mijara ”Sedemên  Koçberiya Kurdan” mijareke bi qasî zeryayekê fireh û kur e lê em kurtasî li ser çend xalên girîng rawestiyan.  Îca hêvî û daxwaza min ew e em bi hişmendiyeke neteweyî tevbigerin û derfetên jiyanê li ser axa xwe ava bikin û heta hetayê li Kurdistanê bimînin.
 
 *Mihemed Kurdî / Mêrdîn* 
 
25.07.2023
Emaîl: mihemedkurd47@gmail.com

No comments:

Post a Comment