2026-09-26

Nirxandina berhema nû/Çarmijar - Aryen Mendî





Ez weke dildarekî wêje û çanda xwe û di heman katê de jî weke evîndarekî Zimanê Kurdî, dikarin bi dilekî hêsan bibêjim ku ev pirtûk hejayî xwendinê ye. Bêgûman piştî xwendinê mirov dikare baştir şirove û nirxandinan bike. Lê belê min weke nivîskarekî kurd berhem xwend û gelek hêja û binirx dît. Her çendî mijar kurtebir û kin hatibin nivîsandin jî, berhem weke navê xwe ji çar mijaran pêk hatiye û jiber ku her çar mijar jî giringin, pir bi nirx û watedare. Ango, dîrok û ziman, çîrok û destan. Û jixwe bêguman, kelepora raboriyê bixwe jî, di van herçar mijarên girîng de hatiye hûnandin. Her çendî mijara yekemîn ji dîroka cîhanê destpê kiribe jî, giraniya li ser têkilîya bi Kurdan bixwe jî hatîye destnîşankirin û di derbarê zimanên cîhanê de jî, ji zimanê herî kevn û hetanî roja îroyîn, xalên girîng hatine hilbijatin û nivîsandin. 
Belê, weke ku ji navê li ser berga berhemê jî tê fêmkirin, berhem li ser çar mijaran hatiye hûnandin. Berhem bi dîrokê dest pê dike, bi ziman berdewam dike û bi çîrok û destanan jî li hev hatiye hûnandin...
Berhem di beşa dîrokê de, ji dîroka mirovahiyê ya hezaran salan destpê dike û weke ava çeman ber bi roja me yî vêgavê ve diherike. Li dû jî tê dawiya helandina qeşayê û serê Nêolîtîkê. Ji wir jî berbi Sumeran ve diherike û taaa bapîrên me Med'an, Rewadiyan, Şedadiyan û Merwaniyan ve didomîne. Her wiha qala Bîzansiyan, Selçûkiyan, Moxoliyan û Osmaniyan jî dike û têkiliyên wan û kurdan û şer û pevçûnên wan û kurdan jî dike.
Li dû jî behsa raboriya sedsalên Tirk û Kurdan û nakokiyên ku di navbera wan de derketine holê jî dike. Dîsa li ser niheqiya li kurdan hatiye kirin, raperîn û serhildanên kurdan û şer û pevçûnên wan î be pergalên serdestan re jî rawestiyaye.
Bi gelemperî jî li ser nakokî û pirsgirêkên Kurd û Tirkan, Kurd û Ereban,Kurd û Eceman û dîsa nakokiyên ku bi Îslamê re ketine nava Kurd û gelên heremê têne nirxandin, şirovekirin û ravekirin...
Di beşa ziman de jî, li ser ziman çi ye, çewa bipêş de çûye, çewa û çend grûb ziman derketine holê, ji hêla mirovahiyê ve çend elfabe hatine bikaranîn û kîjan elfabe ji kîjan tîp, remz û sembolan pêk hatiye rawestiyaye. Dîsa li kîjan parzemînan û li kîjan dewletan çend ziman, çend zarava û devok têne bikaranîn û li kîjan dewletan çend ji wan zimanan weke zimanên fermî têne hesibandin hatiye rawestandin...
Li dû jî çîrok vegotiye û li gorî hestên çîroka heyî jî helbest ango destan hatiye nivîsandin...
Ya din jî, di mijarên di derbarê serpêhatî û çîrokên kurdan de jî, xalên girîng hatine ravekirin. Belê wek her netewên cîhanê, netewa Kurd jî di raboriya xwe de xwedî ziman û wêjeyeke dewlemend e. Ji ber vê çendê nivîskar cih daye wan babetan jî û raboriya di derbarê Kurdan de jî destnîşan kirîye. Dîsa weke hemû neteweyên din, kurdan di derbarê wêje û destanan de jî, li hember zor û zextên dijber û dagirkeran de, bipaş de gav neavêtine û her destan û stranên xwe vegotine û vedibêjin jî. Bi rastî pesindayîna vê pirtûkê bi çend hevokan nayê ser ziman û loma jî dibêjim divê ev pirtûk were xwendin. Weke tê zanîn, di cîhanê de çar mijarên giring hene û wan her çar mirljaran jî di vê pirtûkê de cihên xwe girtine. Her çendî hindik bin jî, rindik in jî...

    ARYEN MENDÎ.

No comments:

Post a Comment