2023-05-25

Mîrê Ribabê ango Miradê Kinê - Mihemed Kurdî




Gelek dengbêjên Kurdistanê yên navdar hene, bêgûman yek ji wan dengbêjên navdêr jî Miradê Kinê ye. Miradê Kinê di sala 1941ê de li gundê Gêra Cehferê yê li herêma Torê hatiye dinê. Ji ber ku ji dayika Mirado re digotin "kinê", ew jî bi vî navî( Miradê Kinê) dihate naskirin. Di malbata Mirado de gelek dengbêjên hêja hebûne, ji lew re Mirad di piçûkatiya xwe de ji bavê xwe û ji apê xwe hînî ribab, çîrok û sitranên Kurdî dibe û dema digêje bîst saliya xwe dibe hunermendekî hêja yê sitran û ribabê. 
Piştî  derketina wî ya ji gund nav û dengê wî li herêmên wek Mêrdîn, Sêrt, Êlîh, Kerboran, Kercews, Nisêbîn, Mîdyad û li gelek deverên Kurdistanê yên din belav dibe. Ji ber ku şêweya sitranên Mirado ji yên dengbêjên din ên Kurd cudatir e, di dawet, şahî û şevbûhêrkên de eleqeyeke baş nîşanî wî didin. Civak gelekî hej ji dengê Mirado yê zelal û zîz dike. Her çi qas wê serdemê tomarkirina kasêtên Kurdî qedexe bû lê dîsan jî piştî salên heftê yî bi tomarkirina  kasêtan dengê Mirado li hemî kurdên li cihanê belav dibe û bi vî awayî gelek kes bi dengê Miradê Kinê dihesin. Êdî gelek kesan hêvî dikirin ku di şahî û dawetan de biçine ber deng û ribaba Mirado. Ji ber ku Mirado gelekî xweş li ribabê dide wek ”Mîrê Ribabê” jî dihate pênasekirin.
 Ji aliyê darayî ve qedera Mirado jî wekî ya hemî dengbêjên din ên Kurd bû, ango lawaz bû.  Mirado ji bo bikaribe debara mala xwe bike ji aliyê wezîrê avadaniyê yê wê demê Şerefettîn Elçî ve wek karmend li Sêrtê tê peywirdarkirin. Mirado piştî dibe karmend jî dev ji hûnera xwe bernade û her wekî berê sitranên xwe dibêje. Ji ber ku wê serdemê gotina sitranên Kurdî qedexe bû Mirado jî wekî gelek dengbêj û hûnermendên Kurd ji aliyê dewleta tirk ve gelek caran tê desteserkirin û îskencekirin. Mirado di gotareka xwe de wiha dibêje : Berî ku ez karmendiyê bikim dema polîsan ez digirtim û îşkence li min dikirin û ji min re digotin çima tu bi Kurdî sitranan dibêjî û kasêtan tomar dikî. Lê piştî ez bûm karmend îşkenceya ku wan ji bo gotina sitranên kurdî li min dikirin zêde tir dibû û digotin:" tu nanê dewletê dixwî lê dîsan jî bi Kurdî sitranan dibêjî."
Gelek sitranên Mirado yên navdar yên wek Seyrê û Eliyê Mamed, Xirabo, siwaro û Cîranê hene, lê di nav sitranên wî de sitraneke bi navê ”Firman e” heye . Mirado ew stran (Firman e,) li ser serhildana Mala Eliyê Ûnis gotiye lê hindî xweş gotiye ez bawer nakim çi kes bikaribe wê stranê wekî wî xweş bistirê. Ka kerem bik
in em bi hev re li beşeke sitranê mêyzînin
Firman a…
Xalo li me firman a..
Bira bila kesekê zirtê xwe nedê
Li ser Mala Eliyê Ûnis wa Qewmê Çiyan a
Û lê belê sond xwarine bi şêx Evdilqadirê Gêlanî
Maz û Evdiyê nava Nisêbînê
Û bi perda wî Weysel Qiranî
Sond xwarine wî sî salê Siltan şêxmûs
Bi wê qûbê û perda wan a
Û jin û namûs û pîrekên xwe
Bi sê telaqan berdana
Go em ê serê xwe nakin şewqana
Em ê destê xwe nakin kelemçan a
Em ê berê xwe nadin tu hepisxanê giran a
Bira em ê tu cara destê xwe nakin
Destê van bêbavên tirkan a
Bira bila heçiyê ew in ew qisasê serê me bi xwe na
Bira, bîra we nayê wextê ko şêx Seîd
Li devê Ûlû Camiya Diyarbekirê 
Û stûyê wî avêtina şerîtê
Bûkên serbizêrî
Bi serê mala xwe de dageriyana……
Wek xuya dike dema mirov evê sitranê guhdarî dike, mirov gelekî hestiyar dibe û xwe di nîveka şer de dibîne.
Piştî evê sitranê Miradê  Kinê ji aliyê dewleta tirk ve tê girtin û îskence li wî tê kirin.
Bi rastî jî bandora dengbêjan li ser civata me Kurdan gelek e. Bêgûman Miradê Kinê jî bi deng, sitran û ribabê şêweyeke taybet afirandiye û di nava civakê de nav û dengê wî xweş  belav bûye. Heta  niha jî gelek stranên wî bi dilxweşî tên guhdar kirin. Her wiha tesîr û bandora Miradê Kinê li ser gelek hunermendên wek Şivan Perwer û Ciwan Haco jî çêbû ye û gelek sitranên wî ji nû ve ji aliyê hûnermendan ve tên şîrovekirin. Li gorî derfetên kêm yên wê serdemê û li gorî qedexeya li ser Kurdî dîsan jî Mirado gelek kasêt tomar kirine û ew kirine xizmeta muzika Kurdî. 
Miradê Kinê di ciwaniya temenê xwe de nexweş dibe û ji ber nexweşiyê  17’ê kanûna 1984’an de li Sêrtê ji ber qeyranê rehmet dike. Gora Miradê Kina li Sêrtê ye.

Mihemed Kurdî

No comments:

Post a Comment