Ziman ne tenê alava ragihandin û têgihiştina di navbera mirovan de ye, di heman demê de xala herî girîng a netewan ji hev cuda dike jî her ziman bi xwe ye. Her wiha pîvana herî girîng û bingehîn a neteweyan ziman e. Ango ziman nasnameyeke neteweyî ye û hişmendiya neteweyî jî bi rêka zimanî ava dibe.
Ziman ji bo gelan nirxek neteweyî ye û heyînîyek zindî ye, heta ziman hebe, netewe jî dê hebe ger ziman tune bibe, netewe jî dê tune bibe. Dîsan z tixûbên neteweyan bi rêka zimanan diyar dibin, heke zimanê neteweyekê heta ku derê bê axaftin , tixûbê welatê wê neteweyê jî heta wê derê ye, ji lew re dikarin bibêjin parastina zimên, di heman demê de parastina welêt e jî.
Her netew xwediyê zimanekî ye, em Kurd jî xwedî zimanekî dêrîn û dewlemand in. Her çiqas zimanê me di aliyê nivîskî de bi pêşneketî be jî bi devkî heta roja me zindî maye. Li bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di fermiyetê de ji aliyê dagirkerên welatê me ve nayê naskirin û gelê me jî ev e sed sale ji perwedehiya zimanê zikmakî bêpar hatiye hiştin. Ji ber wê jî li bakurê Kurdistanê pirsgirêkên ziman hîna dema ku zarok diçin dibistanê despê dikin. Roja ku komara tirkiye hatiye avakirin heta nûke bi hemî hêza xwe polîtîkayên bişaftinê yên herî qirêj û hovane li ser zimanên kurdî dide meşandin, ji ber wê jî roj bi roj zimanê me dihele û winda dibe. Mixabin êdî kesên bi Kurdî diaxivin kêm dibin û yên tên bişaftin jî zêde dibin, ev e yeka jî dibe sedema tunebûna neteweya me.
Zimanê kurdî ji aliyê zaravayan ve gelekî dewlemend e. Em dikarin zaravayên zimanê kurdî wiha rêz bikin: Kurmancî, Soranî, Lekî, Goranî û Zazakî/Kirdkî. Mixabin rewşa zaravaya kirdkî ji ber polîtîkayên bişaftinê roj bi roj xerabtir dibe û îro li ber sikratê ye.
Sazîya Navdewletî UNESCO yê berîhîngê atlaseke bi navê zimanên li ber mirinê belav kiribû, di wê atlasê de hatibû diyarkirin ku di cihanê de gelek ziman winda bûne û her wiha kirdkî/dimilkî/zazakî jî yek ji wan zimanan e ku metirsiya windabûnê li ser heye.
Wekî hûn hemî jî dizanin Kurdên me yên kurmanc li hemî beşên Kurdistanê hene û ji ber ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî perwerdehî bi zimanê Kurdî tê dayîn, metirsî û xeteriya windabûnê li ser zaravayê kurmancî nîn e. Lê mixabin heman tişt ji bo zaravayê kirdkî/dimilkî ne pêkan e. Wekî hûn dizanin kurdên me yên ku bi kird/dimilkî/ diaxivin tenê li bakurê Kurdistanê hene, ango li beşên dinên Kurdistanê Kurdên me yên kirdkî nîn in, mixabin ev yeka jî windabûna kirdkî hêsantir dike. Vêca di rewşa îro de parastina zaravayê kirdkî ji parastina zaravayê kurmancî ferztir e.
Dagirkerên Kurdistanê ne tenê polîtîkayên bişaftinê li ser zimanê me dimeşînin, di heman demê de ji bo ku kurdan ji hev dûr bixin û zaravayên Kurdî jî lawaz bikin leystokên qirêj jî dimeşînin. Ev leyistok jî li ser Kurdiya zaravayê ”Kirdkî/Dimilkî/ ye. Dagirker ji bo ku Kurdan ji hev cuda bikin dibêjin:” Kirdkî/Dimilkî ne kurdî ye û zimanekî ser bi xwe ye û kird/dimil jî ne Kurd in” Dewlet li her qada jiyanê ji bo ku hişmendiya Kurdan ya neteweyî têk bibe bi zanebûn kirdkî/dimilkî wekî zimanekî serbixwe û ji Kurdî cuda tir nîşan dide.
Di evê mijarê de berpirsiyariya Kurdên kurmanc jî gelekî girîng e , bi taybet berpirsiyaraiya kurmancên bakûrê Kurdistanê. Gelek caran kurdên ye kurmanc ji ber nezaniya xwe dibêjin zaza jî kurmanc in , an jî dibêjin ez Kurdî dizanim lê bi kirdkî/zazakî nizanim. Eve yeka jî şaşitiyek gelek mezin e û Kurdên kurmanc û kirdkî ji hev dûr dixe û xizmeta politikayên dagirkerên Kurdistanê dike. Lê belê heke kurmancên bakurê Kurdistanê hişyar bin û xwedî li zaravayê kirdî derkevin û hîn bibin, wê demê em dikarin leyistokên dagirkeran berovajî bikin. Divê em bi hişmendiyek neteweyî û bi zanebûn tevbigerin û çi cudahiyê neêxin navbera zaravayên Kurdî de. Divê em baş bizanibin Kurdî ne navê zaravayekî ye , Kurdî navê zimanê me ye. Kirdkî, Soranî, Kurmancî, Loranî, Goranî navên zaravayên Kurdî ne. Kurd jî navê neteweya me ye, ango ne tenê kurmanc lê soran û goran û zaza ... hemû bi hev re Kurd in.
Divê hemî komele, sazî, nivîskar, rewşenbîr, mamoste û siyasetmedarên Kurd zimanê xwe di ser her tiştî re bigrin, ji ber bandora wan li ser kurdan gelek e, divê ewna jî di axaftin û nivîsên xwe de hişyar bin û hemî zaravayan wek hev bibînin û xwedî li hemî zaravayan derkevin, da em karibin yekitiyek neteweyî ava bikin.
Kirdkî/Zazakî zimanê Şêx Seîdê Kal e, zimanê Şêx Seîd Riza ye, zimanê Rencber Ezîz û zimanê gelek lehengên dinên ku mora xwe li dîroka Kurdistanê dane ye. Divê em baş bizanibin heke kirdkî nema û winda bû Kird jî dê nemînin û winda bibin. Ji lew re werin em bi hev re li vê zaravaya xwe ya nazenîn (Zazakî) xwedî derkevin û
zimanê wan lehengên xwe yên hêja biparêzin.
Mihemed Kurdî

No comments:
Post a Comment